Nûra Remedan li Qamişloyê hate oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê kesayeta neteweyî Nûra Remedan, dayika şehîd Îdrîs Hesen û dapîra şehîd Mûbarek Hesen, şehîd Ayêd Yaqûb û şehîd Zîlan Can Welat, oxir kir.

Nûra Remedan li Qamişloyê hate oxirkirin
5 ÇILE, 2022   10:32
QAMIŞLO

Kesayeta neteweyî ya ji bajarê Qamişloyê Nûra Remedan di 70 saliya xwe de bi krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Nûra Remedan dayika şehîd Îdrîs Hesen şervanê YPG’ê ye û dapîra 3 şehîdan bû (Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mûbarek Hesen, şervana Yekîneyên Parastina Gel Ayêd Yaqûb û şervana Hêzên Parastina Gel, Zîlan Can Welat).

Nûra ji kesayetên destpêkê bû ku bi malbata xwe re tev li Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Zarok û neviyên wê di berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk de li herêmê bi roleke pêşeng rabûn.

Cezaneyê Nûra Remedan li goristana li gundê Cernik ê li rojhilatê bajêr hate definkirin.

(dx)

ANHA