Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan berdewam dike. Çalakvanan got "Piştgiriya ji faşîzma Tirk re, îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye."

Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
Çalakvanên li Sêmalkayê: Piştgiriya ji dewleta Tirk re îxaneta li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye
5 ÇILE, 2022   11:30
QAMIŞLO

Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ket meha xwe ya 4’an. Çalakvan daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan dikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li devera Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn.

Malbatên şehîdan û çalakvanên ji hemû aliyên civakî, 93 roj e li Sêmalkayê çalakiya xwe didomînin.       

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê û saziyên civaka sivîl ên Çilaxa beşdarî çalakiyê bûn û ji aliyê şêniyên navçeya Tirbespiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Mihemed Dawî axivî û got: "Êdî bes e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazên xwepêşandêran li deriyê Sêmalkayê red dike."

Dawî destnîşan kir ku heta wergirtina cenazeyên şehîdan, dê bêdeng nemînin û ji PDK’ê re got: "Dev ji îxanet û piştgiriya faşîzma Tirk berdin, divê hûn vegerin xeta neteweyî û mafên gelê Kurd biparêzin."

Dawî wiha lê zêde kir: "Şandina hêzên we tevî hêzên Tirk ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo nirx û prensîbên gelê Kurd şerm e, ji ber ku armanca Erdogan derxistina şerê birakujiyê di nava gelê Kurd de ye."

Mihemed Dawî wiha dom kir: "Nîşandana çeperên gerîla û piştgiriya we ji faşîzma Tirk re îxanetek li gelê Kurd û nirxên dîrokî ye. Dîrok dê komployên hêzên we yên li herêma Xelîfanê û hedefgirtina gerîlayan ji bîr neke."

HPG'ê ragihandibû ku di 28-29'ê Tebaxê de çekdarên PDK’ê li devera Xelîfanê kemînek li ber 7 gerîlayan daniye û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û gerîlayek jî birîndar bû.   

(dx)

ANHA