‘Dibe ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê di 2022`yan de li Sûriyê zêde bibin’

Çeteyên DAİŞ di demên dawî de careke din li gelek cihan êrîş pêkanîn. Ji ber wê jî tê payîn çeteyên ku dewleta Tirk piştewaniya wan dike di sala 2022'yan da êrîşên xwe zêde bikin.

‘Dibe ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê di 2022`yan de li Sûriyê zêde bibin’
5 ÇILE, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawî şaneyên çeteyên DAİŞ'ê li gelek deveran careke din dest bi êrîşan kirin. Li gorî êrîşên ku pêk tên xuya dike ku wê di sala 2022'yan de ev êrîş zêdebin.

Tê zanîn dewleta tirk ji bo ku çete têk neçin û bikarin her tim di herêmê de êrîşan pêk bînin wek amûrekî çeteyan bi kar tîne.

Çeteyên DAIŞ'ê roja duşemê berpirsiyariya êrişa li ser nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrezorê girtibû ser xwe.

Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê (SANA), di heman rojê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî otobusa hêzên hikumetê ya ser rêya Badiyê ya Sûriyê kir, di encamê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Otobusên ku hêzên hikumeta Şamê vediguhêzin, gelek caran rastî êrişan tên. Di meha Cotmehê de di encama teqîna 2 bombeyan de 14 leşker hatibûn kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Têkildarî mijarê, lêkolînerê li Navenda Suvan a New Yorkê Colin Clark got: "Dînamîkên ewlehiya herêmî li Sûriyê nehatine guhertin."

Çeteyên DAIŞ'ê ku di sala 2014’an de beşeke Sûriyê û Iraqê xistibû bin kontrola xwe, di sala 2019’an de hemû herêmên di bin kontrola xwe de winda kiribûn. Lê dîsa jî ew hem li Iraq û hem jî li Sûriyê êrişên xwe didomînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku DAIŞ`ê sala borî bi dehan êriş li Sûriyê pêk anîn ku tê de herî kêm 600 kes hatin kuştin.

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdurehman ji malperê re got: "Di sala borî de êrişên ku DAIŞ li herêmên di bin kontrola rejîmê yan Hêzên Sûriya Demokratîk de pêk anîne, zêde bûn, ji ber vê yekê dibe ku di sala nû de êrişên xwe zêdetir bike."

(dx)