Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk wê li her herêmên ku dagir kirine têk biçe

Malbatên şehîdên yên bajarê Kobanê destnîşan kir ku reva artêşa dewleta Tirk a dagirker a li pêşberî gerîla têkçûneke nû ya dewleta Tirk e û gotin:  "Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk wê li deverên ku dagirkirine têk biçe.''

Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk wê li her herêmên ku dagir kirine têk biçe
5 ÇILE, 2022   09:41
KOBANÊ

Ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve di 23’ê Nîsana sala borî de, berxwedana gerîlayan artêşa Tirk a dagirker neçar kir ku li Avaşîn û Zapê ji 5 cihan vekişe.

Piştî têkçûnên dubare yên artêşa Tirk a dagirker û vekişîna wan ji hin herêman, malbatên şehîdan bi rêya ajansa me peyama piştgiriyê ji gerîlayan re şandin. Malbatên şehîdan gotin, baweriya wan bi hêza gerîla heye û  ji nûçeyên Tirkiyê ku dibêjin vekişandina wan taktîkî ye, bawer nakin.

Bavê şehîd Hogir Kobanê, Osman Elî got: "Ev 40 sal in artêşa dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike û têk diçe. Eger em ji xwe bipirsin çima ji van herêman vekişiyan, bersiv ew e ku, ji ber ku îro yê ku xwedî îrade û mafdar be, wê bi ser bikeve û dewleta Tirk a dagirker jî bi dehan sal e ku di nav tarîtiya dîrokê de li ser tunekirina nasnameya kurdî hewldanan dike, lê gerîlayan bersiv da, îspat kir ku Kurd li hemberî her êrişeke li dijî vê axa pîroz wê bersivê bidin."

Osman Elî wiha dom kir: "Divê gelê me li çar parçeyên Kurdistanê ji propagandayên artêşa Tirk a dagirker ku bi armanca şerê psîkolojîk li dijî me dimeşîne, bawer nekin û li kêleka gerîla bisekinin û bi doza xwe bawer bin, ji ber ku ew xwediyê vê axê ne."           

Herî dawîn herêmên ku artêşa Tirk a dagirker ji wan reviyane Girê Şehîd Serxwebûn, Cîloya Biçûk û Girê Şehîd Munzur ên herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê bûn.

Her wiha birayê şehîd Bira Bawar, Hecî Gul Agasî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi her cure çekan êrişî çiyayên Kurdistanê kir, lê têk çûn. Niha jî têkçûna xwe wekî vekişîneke taktîkî nîşan dide. Lê ya rast berevajî vê ye. Her kes dizane ku gerîla li wir berxwedaneke lehengî dimeşîne û derbeyên giran li dewleta Tirk daye."

Hecî Gul Agasî  wiha lê zêde: "Em weke malbatên şehîdan li pey şopa gerîla ne. Em dizanin ku wê gerîla bi ser bikevin. Em hemû di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk a dagirker li her herêmên Kurdistanê yên ku dagir kirine wê têk biçe."

Birayê şehîd Bêrîtan Kobanê, Fethî Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan li çiyayên Kurdistanê qir bike û hemû çekên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin wekî çekên kîmyeyî bikar anîne û got: "Dewleta Tirk dizane ku Kurd hêza xwe ji gerîlayên xwe yên li çiyayan digire. Lê îradeya gerîla ji çêkên wan bihêztir e, ku êriş şikandin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan."

Fethî Ehmed wiha dom kir: "Dewleta dagirker nikare sîng bi sîng şer bike. Ji ber vê yekê bi hedefgirtina mal û erebeyên hemwelatiyan bi balafirên bêmirov û bi bombebarankirina bê serûber li ser herêmên niştecihan, tola têkçûnên xwe yên li çiyayên Kurdistanê hiltîne."      

(dx)

ANHA