Şîrovekarekî siyasî: Divê hikumeta Iraqê bi tundî li hember binpêkirinên Tirkiyê bisekine

Şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Raûf teqez kir ku êrişên leşkerî, girtina welatiyan û dorpêçkirina gundan ji hêla dewleta Tirk ve li dijî Başûrê Kurdistanê binpêkirina peymanên navneteweyî, serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û got, divê hikumeta Iraqê bi tundî li hember van kiryarên bêserûber ên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê bisekine.

Şîrovekarekî siyasî: Divê hikumeta Iraqê bi tundî li hember binpêkirinên Tirkiyê bisekine
5 ÇILE, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker bêyî rêzê ji serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê re bigire li Başûrê Kurdistanê digere, mîna ku wîlayeteke Tirkiyê ye. Heta berpirsên tirkan jî navê Kurdisatnê di hevdîtinên xwe bi berpirsên Başûrê re bi bîr naxin. Ji nêzî salekê ve dewleta Tirk bajar û herêmên Başûrê Kurdisatnê bi çekên pêşketî û kîmyewî topbaran dike, lê desthilatên Başûrê û hikumeta Iraqê tu helwestan li hember van êrişan nîşan nadin.

Di vê dawiyê de artêşa Tirk a dagirker 2 ciwan ji Başûrê Kurdistanê girtin. Li gorî hin dezgehên çapemeniyê leşkerên artêş lêpirsînê bi her du ciwanan re dikin û hikumeta Başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan neda.

Di 3’yê vê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker gundê Dayla yê Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dorpêç kir û nehişt welatî ji malên xwe derkevin û heta niha hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng in.

Girêdayî mijarê şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Raûf ê ji Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re wiha got: "Tişta ku dewleta Tirk pêk tîne binpêkirina serweriya Iraqê ye, ji ber Başûrê Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye."

Raûf diyar kir ku li gorî destûra Iraqê, dewleta federal berpirsê parastina xaka Iraq û Başûr e û wiha domand: "Divê hikumeta Iraqê bi tundî li hember van kiryarên bêserûber ên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Iraq û herêma Kurdistanê bisekine."

Raûf îşaret bi peymanên di navbera Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker de kir, her wiha behsa bazirganiya mezin a di navbera her du aliyan de ku di sale de digihêje bi dehan milyar dolar, kir û ev tişt anî ziman: "Ji lew re divê rêzê li hember serweriya herêmê û Iraqê bigire."

Raûf anî ziman ku siyasetên dewleta Tirk ên dawî li dijî Başûrê Kurdistanê, Iraq, herêmê û Rojhilata Navîn teqez wê bi bin kevin. Refû wiha pê de çû: "Qeyrana aborî û hilweşîna lîreya Tirkiyê li beramber dolar di encama siyasetên şaş ên AKP’ê li Tirkiyê û herêmê ne."

Şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Raûf di dawiyê de got, çareya yekane ya li hember zêdegaviyên dewlata Tirk ew e  ku hêzên kurdistanî bibin yek û hevgirtî bin.

(fr)

ANHA