Li Efganistanê rewşa rojnamevanên jin di dema serweriya Talîbanê de

Bi êrişa DYA û hevalbendên wê yên li ser Efganistanê re, li welat zexteke mezin li ser ragihandinê hebû, lê piştî ku Tevgera Talîbanê di Tebaxa borî de Efganistan xist bin serweriya xwe zextên li ser ragihandinê, bi taybet li dijî rojnamevanên jinên zêdetir bû.

Li Efganistanê rewşa rojnamevanên jin di dema serweriya Talîbanê de
5 ÇILE, 2022   05:10
KABUL- BEHROZ AZAD

Di sala 2018'an de Wezareta Çand û Ragihandinê ya Efganistanê ragihand ku 203 kanalên televizyonê, 366 kenalên radyo, 72 rojnameyên rojane, 354 rojnameya heftane, 344 kovar û 73 ajansên nûçeyan hene ku hemû li gel wezaretê hatin qeydkrin da ku destûrê werbigirin.

Her wiha kanalên ku bi navê serbixwe dihatin binavkirin jî, ji aliyê hikumetên rojavayî û bi taybet Amerîka ve dihatin fînansekirin. Lê yên din jî lêçûnên xwe ji hikumetên Pakistan, Îran û Tirkiyê digirtin da ku propagandaya siyasetên wan ên tundrew ên Sinî yan Şîa bikin û bi rêya wekîlên xwe yên li welat berjewendiyên van hikumetan pêk dianîn.

Tevî ku piraniya xwedî an rêveberên van ajansên ragihandinê, bi taybet yên televîzyonê bi milyonan dolarên wergirtine û qesirên mezin li derve bi dest xistine, an jî di warê aborî de piştgiriyê ji aliyê namzetên parlementoyê ve werdigirin, lê rojnameger wekî xebatkarên dezgehên çapemeniyê dihatin dîtin, bi taybet yên ku rewşê dişopînin rastî gefan dihatin, ew yan li qadên şer dihatin kuştin an jî ji aliyê Talîban û komên terorîst ên din ve dihatin revandin, hinek di êrişên xwekujî yan jî teqînan de dihatin kuştin, hinek ji wan jî wenda dibûn, yan jî ji aliyê gardiyanên rayedarên payebilind ve heqaret li wan dihat kirin, nemaze eger li ser sûcên wan yan çîrokên gendeliyê tiştek binivîsin.

Bi desthilatdariya Tevgera Talîban li Efganistanê re di nîvê meha Tebaxa sala borî de, gelek kar hilweşiyan û ev yek bandor li medyayê jî kir. Ya herî xerab di van bûyeran de ku Talîban nehişt ku jin li derveyî malê bixebitin, şûrên xwe yên tûj herî zêde li rojnamegerên jin dixistin.

Rojnamevanan R ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Kabulê derçûye, xwedî tecrûbeyeke deh salan e ku di dezgehên çapemeniyê yên cuda de kar kiriye, her wiha binpêkirinên mafên mirovan şopandiye û niha rûpelek wê ya nûçeyan heye.

Demeke kin piştî ku Tevgera Talîban desthilatda Efganistanê serwer kir, berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mûcahid ku xwest wêneya tevgerê xweşik bide xuyakirin, ragihand ku divê jin li malê bimînin. Lê R wekî rojnamevaneke lêkolîner ku binpêkirinên mafên mirovan dişopîne bi xwe bû qurban. R yek ji wan jinên ku ji bo protestokirina "fetweya"nemirovî derketibû kolanan.

R dibêje: "Di 7'ê Îlona 2021'an de ez yek ji wan jinan bûm ku beşdarî xwepêşandana li ber navenda sêyemîn ya polîsê li bajarê Kabulê bûm, ku niha mîlîşiyatên Talîban tê de ne. Di heman demê de min xwepêşandan dişopand. Çekdarekî Talîban ji pişt ve êrişî min kir û kameraya min girt û hewl da wê bişkîne."

R diyar dike ku piştî ji ser hişê xwe diçe û dikeve erdê, kesek tê û alîkariya wê dike. Piştî ku hişê xwe vedigere, dibîne ku çekdarê ku êrişî wê kiriye çend metre dûrî wê sekiniye, berê xwe dide ba wî û kameraya xwe jê dixwaze vegerîne. R  tîne ziman ku çekdar bersiva wê dide û jê re dibêje "Fahîşeya ku hewl dide Îmarata Îslamî bin pê bike" û wê neçar dike ku li ser kursiyek otombîlê rûne û ji herêmê derkeve da ku xwepêşandêran belav bike.

Rojnamevana lêkolîner bi hin desteyên rojnamevanan re têkilî datîne da ku Talîban neçar bike ku kameraya wê vegerîne, lê daxwaza wê bê bersiv dimîne.

Rojnamevan R di jiyana xwe de tişta herî bi nirx wenda kir, ew behsa kameraya xwe dike û rûndik ji çavên wê dibarin, wekî ku zarokek an lawirek wenda kiribe û got: "Hewl dan ku nasnameya min bidizin."

Ev ne cara yekê ye ku R rastî destdirêjî û gefan tê. Ew behsa heqaretên ku li wê û hevalên wê yên jin hatiye kirin, dike û wiha tîne ziman: "Ez weke rojnamevaneke lêkolîner ku hovîtiyên li dijî jinan dişopînim, rastî gefên rasterast û nerasterast ji generalên şer, parlamenter, senator û berpirsên payebilind ên rejîma berê hatim. Di navbera her du sîsteman de tu cudahî nîne, her du jî li ser zihniyeta baviksalarî ava bûne ku jinê weke amûreke zarokanînê dibîne û di nav dîwaran de dimîne."

Rojnamevana lêkolîner rastî lêdan û heqaretan hat, lê hêviya xwe wenda nekir û tevlî karwanê rojnamegerên ku derketin derveyî welat nebû. R soz dide ku wê têkoşîna xwe ya li dijî sîstema olî û têkoşîna li dijî civak, malbata baviksalarî bidomîne. Niha ew têkoşîna jinan a li dijî Talîban û rewşa nebaş a jinên Efganistanê yên di bin desthilatdariya Talîban de hîn jî dişopîne.

(dx)

ANHA