Rojnameyên erebî: Êrişên Rûsyayê li dijî ‘herêma bêçek’ xeterî zêde kirine

Rojnameyên erebî girêdayî rojeva Sûriyê, Lubnan û Sûdanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Êrişên Rûsyayê li dijî ‘herêma bêçek’ xeterî zêde kirine
Rojnameyên erebî: Êrişên Rûsyayê li dijî ‘herêma bêçek’ xeterî zêde kirine
Rojnameyên erebî: Êrişên Rûsyayê li dijî ‘herêma bêçek’ xeterî zêde kirine
5 ÇILE, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI GEL BERDEWAMKIRINA ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN RÛSYAYÊ LI BAKURÊ SÛRIYÊ METIRSÎ HENE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî êrişên Rûsyayê yên li bakurê Sûriyê wiha nivisî: “Ev 5 roj e balafirên şer ên Rûsyayê herêma bêçek a li Idlibê û gundewarê Hema, Heleb li bakur rojavayê Sûriyê bombebaran dikin. Di encamê de sivîlek hat kuştin û 6 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha komên opozîsyonê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şer li gundewarên Helebê kirin hedef, di encamê de 2 endamên wê hatin kuştin.

Çalakvanan ji Idlibê eşkere kir ku sivîl ji ber van êrişan bi tirs in. Nexasim ku çewlikên sewalan û koçberan bûn armanca bombebaranê. Di encamê de 6 çewlik wêran bûn, karkerek hat kuştin û 5 endamên malbata wî bi giranî birîndar bûn.

Ji ber êrişên balafirên şer ên Rûsyayê ku sivîlan, kargehan û cihên giştî dike hedef, rewşa leşkerî di navbera komên opozîsyonê û hêzên hikumeta Şamê, milîsên alîgirên wê de aloz bû û herêmên hev du topbaran kirin.”

‘MÎQATÎ: HELWESTA HIZBULLAHÊ ZIRARÊ DIDE LUBNANIYAN’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Itîhad wiha nivisî: “Serokê meclisa wezîran a Lubnanê Necîb Mîqatî bang kir ku zirar nedin têkiliyên Lubnanê bi dewletên Ereban re. Her wiha piştrast kir ku gotinên sekreterê giştî yê Hizbullahê der heqê Erebistana Siûdî de, helwesta hikumeta Lubnanê û lubnaniyan rave nake. Ji ber ku helwestên wê zirarê didin lubnaniyan.”

‘ÎSTÎFAKIRINA HEMDOK FIŞARÊN LI SER LEŞKER Û SIVÎLAN ZÊDE KIRIN’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Îstîfaya serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdok hêzên sivîl û saziya leşkerî xist nava pirsgirêkeke din, piştî ku welat bi gelek senaryoyan re rû bi rû hişt, di nav de destpêkirina tundiyê li welêt.

Tê payîn ku fişarên navneteweyî li ser saziya leşkerî zêde bibin da ku hikumeteke sivîl ava bibe ku ji aliyê şoreşger, hêzên sivîl û gel ve tê pejirandin. Ev yek dê gelek zehmetiyan li pêşiya saziya leşkerî derxe, nexasim ku hêzên şoreşger israr dikin ku rêveberên meclisa leşkerî yên ku destek dan derbeyê, îstîfa bikin û kesên têkiliyan wan bi bûyerên tundiyê re hebûn, werin darizandin.”

(şx)