Sînor di êşên hevpar de nîn in

Her 4 dayik jî heman armancê keçên xwe mezin kirin, bi heman şêwazê têkoşiyan û bi heman hovîtiyê hatin qetilkirin. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Hevrîn Xelef. Xwediyên êşa yekpar, dayikên van jinên têkoşer serbilindiya xwe bi hilweşandina sînoran bi hev re parve kirin.

Sînor di êşên hevpar de nîn in
5 ÇILE, 2022   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN – SILAVA EBDURAHMAN

Dibêjin cih û dema şehîdan nîn e ku wan kirasê taritiya demê çirandin û bûn sembola pêşerojê. Sêvê, Fatma, Pakîze, Hevrîn, Sara, Ronahî, Rojbîn, Zehra di jiyan û şahadetê de sînordar neman ku şopên wan li her derê hatin belavkirin. Serdema van şehîdan yek bû, helbet wê pêşeroj jî yek bûya.

Yek ji avakerên xeyalên şehîdan yên pêşerojê dayik in. Ji ber wê ye ku dagirker bi her awayê hovîtiyê hewl didin dilên dayikên Kurdistanê ji qehra re reş bikin.

Bi vê armancê dewleta Tirk a dagiker li Bakurê Kurdistanê di dîroka 4'ê Çileya 2016'an de êrişî endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dixwestin ji gel re alîkariyê bikin, li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya li Bakurê Kurdistanê qetil kirin.

6 sal di ser vê hovîtiyê re derbas bûn. Êş bi dawî nebûye, lê hêrs jî pê re dimeşe wekî ku di heman çemî de ne. Bêguman wekî her car çav ji dagirkeran re hatibûn girtin ku kujer heya niha nehatine darizandin. Lê di sekna dayika Şehîd Sêvê, Fatma û Pakîzê de ew kujer ji berê de hatine girtin mahkumkirin.

Yek hevkarê êş û hêrsa 3 dayikên têkoşeran, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ye. Keça wê Sekertêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, 12’yê Cotmeha 2019’an dema li ser erka xwe bû li ser rêya M4 bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û şehîdxistin.

A ku hişt dayikên van jinên siyasetmedarên têkoşer hev nas bikin doza zarokên wan e. Yên ku hişt li ser heman armancê biaxivin û êşên xwe parve bikin helbet şahadet e.

Li ser salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer Sûad Mistefa bi rêya skaype bi her sê dayikan re axivî. Nîqaşên dayikên berxwedêr ên pêçandina birînan wiha ye.

BEHIYE NAYIR: BI BERXWEDANÊ EM BAŞ DIBIN

Sûad Mistefa, di serî de silav li dayika Şehîd Pakîzê, Behiye Nayir kir û pirsa rewşa wê kir: `Bi berxwedanê em baş dibin` Ji Behiye Nayir re dibêje. Ewqas gotinek di cihê xwe de ye ku wekî Şehîd Mehmed Tunç digot `Ji bilî berxwedaniyê tu rê li pêşiya me tune ne.` Zarokên van dayikan jî wekî dayikên xwe rêya xwe hilbijartibûn. Ew rêya ku bi mîlyonan şopdarên wê hene, ew rêya ku bi serbilindiyeke mezin pêşeng tên oxirkirin.

Behiye Nayir, ji bo salvegera şahadeta sê têkoşeran got: “Bila serê me, yên Serokatî (Rêber Abdullah Ocalan) û yên tevahî gelê Kurd sax be. Êşa me, derdê me, hêsirên çavên me hemûyan yek in. Em hemû bûne şirîkê vê xemê. Em ê tu carî ji şirîkbûna vê xetê poşman nebin.”

SÛAD MISTEFA: MIN SOZ DAYE KU DAGIRKER HÊSIRÊN ÇAVÊN MIN NEBÎNIN

Sûad Mistefa, Behiye Nayir destnîşan kir û got: “Dayikên şehîdan ger ne şêr bana wê şêr neanîba, ger ne leheng bana wê leheng neanîba. Şîrê dayikên wan helal be. Em ji wî dijminê hov re dibêjin me zarokên xwe ji bo mirinê neanîn. Ger mirin radestî me kirin, em jî amade ne ku can bikin diyarî. Heya nefesa me tê û diçe em ê li pey keda zarokên xwe bin. Di serî de em ê li pey roj û ronahiya xwe bin. Bila dayika Uveyş serê xwe rehet deyne ku yekî wiha anî cîhanê ku em jî bi îdeolojiya wî fêrî mirovahiyê bûn. Em hene û em ê hebin. Welat welatê me ye, xayîn, bêbext û dagirker wê ji welatê me bar bikin. Ji ber ew konek danîne ser axa me ku em jî qebûl nakin konê dagirkeran li ser axa me be. Ez dayika Hevrîn Xelef tev li her sê dayikan dibim û di şexsê her 4 siyasetmedaran de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînim û bi hurmet bejna xwe li hember wan ditewînim. Em deyndarên wan in. Min soz ji xwe re daye ku xayîn û bêbext rondikeke çavên min nebînin ku keyfa wan were. Ji zêdeyî berxwedanê li pêşiya me tiştek nîn e. Tirsa dijmin ya ji lehengtiya jinê bûye sedem ku îro siyasetmedarên jin bikin hedef. Êdî ew jî dizanin ku ew dewrana wan êdî nameşe.  Va ye em hatin, hûn ê derbikevin û oxira wan a ne xêrê be.”

Behiye Nayir spasiya Sûad Mistefa kir û got: “Te kulên xwe tevlî kule me kirin. Ez gelek minetdar im ji te û axaftinên te. Te qehra xwe bi ya me re parve kir. Heya dawî me soz daye ciwanên xwe ku em ê li ser xeta wan bin. Êş û qehra me yek e. Em naxwazin êdî xwîn birêje. Divê her kes dest bide dayikên Kurdan û em bi hev re daxwaza maf û hiqûqê bikin.”

Dayika Şehîd Fatma, Hatîce Uyar ku ji keça xwe re dibêje hevala Fatma “Hevala Fatma gelek hêja bû, mirovak kedkar, zana û xwedî doz bû” bi van gotinan kesayeta wê rave dike.

`VAN ÊŞAN TU SÎNOR LI PÊŞIYA DAYIKAN NEHIŞTINE`

Di hêsirêN çavên wê de şehîd Fatma xuya dikir, xemgîniya wê destûr neda zêdetir behsa keça xwe bike. Bêdengiya çend saniye bi axaftinên Sûad Mistefa bi dawî bû. Di serî de Sûad Mistefa sersaxî ji Hatîce Uyar re xwest û anî ziman ku lehengtiya 3 jinên pêşeng ku mirovahî bi cîhanê dan naskirin, her 4 dayik kirin yek. Sûad Mistefa, diyar kir ku van êşan tu sînor li pêşiya dayikan nehiştiye û got: “Şehîdan ew sînorên ku dijmin danîne li pêşiya me rakirin. Ev 30 sal in yekitiya Kurdan çêbûye. Ev yekitî bi xwînê hatiye avakirin. Hakî Karer mirovekî Tirk bû, Mazlûm Dogan mirovekî Elewî bû, Ezîz mirovekî Ereb bû, Mikaîl mirovekî Mesîhî bû. Qey êdî yekitî çawa ye? Ew kesên mirovatiyê nas nakin jinê dikin hedef. Bila bizanibin jin li hember wan serî natewîne û tu carî gav paş de navêje. Dibêjin hemû derî ji siyasetmedaran re vekirî ne. Lê mixabin 4 siyasetmedarên jin li ser axa xwe û mala xwe hatin qetilkirin û cîhanê çavê xwe girt. Em dengê xwe digihînin cîhanê ku bila ji heqîqetê nerevin. Siyasetmedar xwediyê pênûsan in ku ew pênûs ji destê wan derxistin û qetil kirin. Çek di milên wan de tune bûn, ne di nav şer de bûn. Bila dijminê hov bizanibe ku 4 siyasetmedar birin, lê wê bi hezaran Sêvê, Pakîze, Fatma û Hevrîn rabin ku navên wan li cîhanê belav bikin. 

Bila zarokên me rehet di gorên xwe de razên. Ew îrade, bawerî, fikir û şoreşa jinê her berdewam e û em ê têkoşînê heya dawî bimeşînin.”

`DI WELATEKÎ AZAD DE EM Ê HEV HEMBÊZ BIKIN`

Sûad Mistefa bi van hêvî û daxwazan xatir ji Hatîce Uyar xwest: “Bi hêviya sala 2022’yan bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bilindkirina têkoşîn û azadiyê. Bi hêviya ku em di welatekî azad de hev hembêz bikin. Birîna me hemûyan yek e. Bi hev re em ê derman bikin. Serkeftin a me ye.”

Dayika Şehîd Sêvê, Sakîne Demîr dema Sûad Mistefa dibîne bi rûkeniyeke mezin wê silav dike û keça xwe bi van gotinan bi bîr tîne: “Kurdek azad û aştîxwaz bû. Ji 15 saliya xwe ve tev li xebatên doza azadiya Kurdistanê bûbû. Hem hevala min, hem  keça min û hem jî ya welatê xwe bû.  Sêvê her tim digot `heta em Rêberê xwe azad nekin azadî li vî welatî pêk nayê.` Ew di nava dilê me de ye. Rast e bedena wî ne li vir e, lê rihê wî di dilê me de ye.”

`WESIYETA WÊ LI ROJAVA PÊK HATIYE`

Sûad Mistefa wesiyeta şehîd Sêvê a avakirina Xweseriya Demokratîk bi bîr xist û got: “Wesiyeta wê îro li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Yek bi yek wesiyatên şehîdan pêk tên. Belê ew fîzîkî ji nav me çûn, lê em îro di şoreşa wan de têdikoşin. Ji ber em in xwediyê pêkanîna wesiyatên wan. Êdî nikarin sekn, têkoşîn û berxwedana jinan bidin sekinandin. Bi yek bangê em dengê xwe digihînin dayikên Kurdan ku ji Erdoganê faşîst re bibêjin, em nema zarokên xwe dişînin kuştinê, me zarokên xwe ji bo jiyanê anîne, lê tu berê zarokên me didî kuştinê. Êdî dem hatiye ku her kes bi azadî li ser axa xwe bijî.  Dema jina Kurd bû siyasetmedar û şervan û ji bo xiyanet bisernekeve xwe ji zinaran de avêt, êdî serkeftin misoger bû û kes nikarin li pêşiya vê berxwedanê bisekine. Divê destê azadî û aşitiyê dirêj bikin ku em bi hev re li ser maseyekê rûnin.”

SAKÎNE DEMÎR: 11 GULE LI SER SÊVÊ REŞANDIN Û GOTIN EV HINA TE YE

Sakîne Demîr, tev li axaftinên Sûad Mistefa bû û ev tişt lê zêde kir: “Em ê heya dawî li ser şopa zarokên xwe bin. Serkeftina zarokên me li ser milê me ye ku em ê wan bigihîjinin serkeftinê. Em ji xwe bawer in ku bi destê dayikên şehîdan û jinên Kurd em ê aşitî û aramiyê bînin vî welatî. Me zarokên xwe ji bo kuştinê û guleyan neanîbûn. 11 gule li ser Sêvê reşandin û gotin ev hina te ye. Heya em sax bin em ê xwediyê doza wan bin.”

Sûad Mistefa anî ziman ku birîna wan yek e ku hovîtiya şehîdxistina zarokên wan jî yek e û êşa xwe wiha parve kir: “Bawer bike ger tenê guleyek li Hevrîn xistibana wê şehîd biketa ku ewqas nazik bû. Ger destê xwe du deqîqe danîbana ser devê wê, wê şehîd biketa ku ewqas nazik bû. Lê ew nefret û hovîtiya wan a ji cîhanê re da xuyakirin cihê guleyan di laşê wê de nehiştin. Guleya ku ji mêjiyê Hevrîn de derxistin niha li gel min e û min daniye gel wêneya wê. Ez soz didim û dengê xwe digîhinim faşîstê Erdogan û piştgirê wî heya dilopek ji xwîna min heye ez ê têkoşîna wan berdewam bikin.”

PARAZVANÊN ŞOP Û EMANETÊN ZAROKÊN XWE NE

Odeya Şehîd Hevrîn Xelef ji aliyê Sûad Mistefa ve bûye arşîv. Sûad Mistefa dibêje ku di mal de şagirtê ode û di derve de jî şagirtê fikir û felsefeya keça xwe ye.

Sakîne Demîr jî her tiştê şehîd Sêvê diparêze û kî dixwaze were lê binêrê deriyê wê ji wan re vekiriye. Sakîne Demir bi van gotinan xatir dixwaze: “Em ê şahadeta zarokên xwe bigihîjinin serkeftinê. Azadî nêz e. Serkeftin azadî ye.”

Di dawiyê de derbarê vê axaftina bi dayikên hersê şehîdan re van tiştan dibêjin: “Me derd û kulên xwe bi hev re anîn ser ziman. Ew li Bakur in em li Rojava ne, lê keçên me, em kirin yek dayik. Ferq di navbera dayikên Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava de nehiştin. Bi nîqaş û parvekirina dayikan re min hîs kir ku sînor di navbera me de tune ne. Em tev li hestên dayikên şehîdan dibin.”

ANHA