ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-01-2022
5 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 93'yande berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kongreyeke çapemeniyê ku li avahiya Meclisa Rêveber a li Reqayê li dar dixe, encamên civîna xwe ya salane eşkere dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Hesekê kongreya xwe ya duyemîn li hola Serdem a Çand û Hunerê ya li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Civaka Îslamî ya Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirka  dagirker ên li ser mizgefan, çalakiyekê li navenda xwe ya li taxa Mişêrfê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengtiya jinên ciwan, şêniyên bajarê Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê vedigirin. Çalakiya kon wê 3 rojan dewam bike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê QSD`ê têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a adagirker got: " Ev êriş hemwextî lidarxistina civînên Astana 17 ên neneteweyî zêde bûn. Ev êriş, encama bêdengiya hêzên çalak ên li Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên yên bajarê Kobanê berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Reva artêşa dewleta Tirk a dagirker li pêşberî gerîla têkçûneke nû ya artêşa Tirk e.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî girtina deriyan sînor hişyarî li ser karesateke mirovî li hember 5 milyon welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser da û bang li NY’yê û rêxistinên navneteweyî kir ku deriyan ji siyasetê qut bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYÎN

- Nûnera MSD’ê ya li Misirê Leyla Mûsa da zanîn ku divê diyaloga  stratejî di navbera Kurd û Ereb de li dar keve û teqez kir ku hevbendiya di navbera her duyan de rêbazekeî kêmkirina mezinahiya nakokiyan e ku ketine xizmeta dewletên derve ku projeyên xwe yên dagirkerî û ajandeyên xwe pêk bînin. (BI WÊNE).

Lêkolîner û rojnamevanê pisporê kar û barên Lîbyayê Ebid El-Hadî Rebî got, dewleta Tirk ji ber tirsa ku bernamzetê wê di hilbijartinan de bi bin keve, li darxistina hilbijartinan asteng dike. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk gelek cebilxane veguhastine Efgansitanê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Talal Mihemed got, Şam qebûl nake ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser bike, lê amade ye ku bi dewleta Tirk re diyalog bike ku ji sedî 12 ji axa Sûriyê dagir kiriye. Mihemed  destnîşan kir aloziya Sûriyê tenê dê bi diyaloga bi Rêveberiya Xweser re çareser dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hîndekarê Zanîngeha Rojava Xalid Omer diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li hemberî gerîla, divê wek 'sûcê şer' û 'sûcê li dijî mirovahiyê' bê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Reûf teqez kir ku êrişên leşkerî, bejahî, girtina welatiyan û dorpêçkirina gundan li dijî Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve binpêkirina peymanên navneteweyî, serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û got, divê hikumeta Iraqê bi tundî li hember van kiryarên bêserûber ên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê bisekine. (BI WÊNE).

JIN

- Bi êrişa DYA û hevalbendên wê yên li ser Efganistanê re, li welat zexteke mezin li ser medyayê hebû, çi medyaya elektronîk çi jî medyaya çapkirî, ku piraniya wan ji hêla balyozxaneyên welatên rojavayî an herêmî ve hatine fînansekirin. Rêjeya nexwendiniyê li Efganistanê bilind bû. (BI WÊNE).    

ANHA