Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Rêxistina PYD'yê ya herêma Firatê di civîna xwe ya salene de rewşa siyasî, gefên derve yên li ser herêmê, êrişên dewleta Tirk nîqaş kirin. Her wiha plansaziya dema pêş eşkerekir.

Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
4 ÇILE, 2022   16:01
KOBANÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar xist, endam û rêveberên PYD û hevserokê wê Enwer Muslim di civînê de amade bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê rewşa siyasî nirxand.

Ferhan Kobanê got: "Ji sedên salan ve dewletên hegemon ên ku erdîngariya Rojhilata Navîn serwer kirine, naxwazin ewlehî û istiqrar li herêmê pêk were. Ji ber ku baş dizanin ku heger aştiya li vê herêmê pêk were dê li tevahî cîhanê jî pêk were. Di encamê de wê nikaribin destwerdanê di kar û barên wê de bikin. Ji lew ra ji bo parastina berjewendiyên xwe dixwazin her tim herêm di nava şer û krîzan de bimîne."

Ferhan Kobanê her wiha got:" Dem dema azadiyê ye, heger em bikaribin tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişkînin em ê karibin xwe azad bikin."

Di dawiya nirxandinên xwe de Ferhan Kobanê ev tişt got: "Armanca me ya sereke ya îsal avakirina yekitiya kurdan e, aliyên ku me bi wan re diyalog dikirin, her tim daxwazên berpirsên Tirk pêk dianîn, ji ber vê yekê em negihiştin tu encamî."

Piştre rapora salane ya partiyê ji aliyê endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo ve hate xwendin. Di raporê de bal hate kişandin ser rewşa şêniyên herêma Firatê ku bi rewşa siyasî û aborî bandor bûne, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tirsandina şêniyan û şerê taybet ku dimeşîne.

Her wiha îşaret bi rewşa rêxistinî ya partiyê hate kirin û hate diyarkirin ku bi armanca avakirina şaneyên partiyê li tevahî herêmên Firatê civîn hatin lidarxistin, piraniya civînan li ser xwendina perespektîvên partiyê bû.

Her wiha plansaziya xebtên partiyê li herêma Firatê hate destnîşankirin. Ji planên ku hatin destnîşankirin:

-Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar were kirin.

-Avakirina şaneyên partiyê wê berdewam bike.

-Ji bo lidarxistina kongreya giştî ya partiyê ya 9'an a amadekarî werin kirin.

-Avakirina projeyên aborî, partî lêçûna projeyan digire ser xwe.

-Serdan û civînên bi gel re werin zêdekirin.

-Tevlêbûna dewreyên perwerdeyê dewam bike û ji bo vekirina akademiyan hewldan werin kirin.

Di dawiyê civînê de Enwer Muslim bang li endamên partiyê kir ku bi awayekî xurtir bixebitin da ku zehmetiyên bên derbaskirin.

Her wiha bang li gel kir ku li derdora projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  kom bibin û got: "Li dijî vê projeyê xeterî hene, nemaze ji aliyê dewletên ku naxwazin aştî li herêmê pêk were û hewl didin fitneyê di navber pêkhateyên wê de derxînin. Çareseriya yekane ya serxistina projeya neteweya demokratîk hevgirtin e."

ANHA