Ciwanên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek bi meşeleyan li dar xist

Bi armanca şeremzarikirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Efrînê, meşek bi meşeleyan li dar xist.

Ciwanên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek bi meşeleyan li dar xist
Ciwanên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek bi meşeleyan li dar xist
Ciwanên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê meşek bi meşeleyan li dar xist
4 ÇILE, 2022   17:27
ŞEHBA

Li navçeya Fafînê ya Şehbayê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Herêma Efrînê û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke meşeleyî êrişa dewleta Tirk a  25'ê Kanûnê ya li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên tevgerê şehîd bûn, şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Kantona Şehbayê dest pê kir. Ciwanan wêneyên şehîdên komkujiya li Kobanê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Ji bo tolhildana şehîdan, li dijî xiyanetê tê bikoşin û faşîzmê hilweşînin" û "Azadiya Rêber APO azadiya me ye" hildan. Her wiha bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û Efrînê, dilsoziya bi şehîdan re û şeremzarkirina dewleta Tirk berzkirin.

Meş li ber dibistana Ajokariyê ya li aliyê başûrê navçeyê rawestiya. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Efrîn, Ehmed Hesen axivî û got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  ji êrşên li ser Zirgan, Til Rifet û Kobanê ne cûda ne. Armanca van êrişan qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya biratiya gelan e.

Hesen diyar kir ku li gel komkujiyên li dijî jin, zarok û xityar û wêrankirina malan, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bçek ciwanan dike hedef û got: "Ji ber ku ciwan dînamîka şoreşê ne û bingeha berxwedana li dijî dagirkeriyê ne."

Ehmed Hesen di dawiyê de got, ew ê şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd bin, heta ku armancên wan pêk bînin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Serdemê û berxwedana ciwanan bi dawî bû.

ANHA