Kombûna Jinan a Zenobya êrişa dagirkeriya Tirk li dijî gundekî Minbicê şermezar kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenobya ya bajarê Minbicê û gundewarê wê topbarana li ser gundên Minbicê û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Kombûna Jinan a Zenobya êrişa dagirkeriya Tirk li dijî gundekî Minbicê şermezar kir
4 ÇILE, 2022   12:06
MINBIC

Nûner û endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr li pêşiya avahiya nivsîgehê li naverasta bajêr kom bûn. Endama nivîsgehê Hîba El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama topbarana dawîn a dewleta Tirk a dagirker li dijî malên sivîlan de, dayîka Hena El-Elî û zaroka wê Şam Emîr a şeş mehî li gundê Seyada şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dijmin nabêje ev zarok e yan jî jin e yan jî dar e, lê belê hemû gelên azadîxwaz ên bi axa xwe ve girêdayî dike hedef.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina berxwedana gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk êrişî herêmê dike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser armanca dewleta Tirk ji van êrişan û ev yek hat gotin: “Dewleta Tirk dixwaze timayên împeratoriya osmanî vejîne. Bi van êrişên xwe ku komkujî li dijî sivîlan pêk anîn, hovîtiya xwe isbat kir. Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.”

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ji wan sûcan armanc dike ku giyana berxwedanê ya jinan, fikrê jina azad û vîna wê ku dixwaze civakeke demokratîk a azad ava bike, têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên ku parastina mafên mirovan dikin hat kirin.

(şx)