Çalakgerên li Sêmalka: Her çiqas me dorpêç jî bikin, em ê mafên xwe biparêzin

Xwepêşandêran li deriyê sînor yê Sêmalka daxwaz ji Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin ku cenazeyên şehîdan radest bikin, her wiha destnîşan kir ku siyaseta PDK`ê ya dorpêçkirinê dê gel ji daxwazên wan ên netewî paşde venegerîne.

Çalakgerên li Sêmalka: Her çiqas me dorpêç jî bikin, em ê mafên xwe biparêzin
4 ÇILE, 2022   12:00
QAMIŞLO

Ev 92 roj in xwepêşandêr li deriyê sînor yê Sêmalka daxwazê ji PDK'ê dikin ku cenazeyên şehîdên HPG'ê yên kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan bikin, lê PDK'ê hîn jî daxwazên xwepêşandêran red dike.

Li gorî navenda ragihandinê ya HPG'ê di 28-29'ê Tebaxê de çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Xelîfan kemîneke îxanetê ji 7 gerîlayan re danîn û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û yek bi birîndarî dîl hate girtin û yekî jî xwe rizgar kir û gihand nuqteya xwe.

Ji wê demê ve gelê herêmê, yekitî, saziyên civaka sivîl û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 5'ê Cotmehê ve bi berdewamî beşdarî konê xwepêşandanê yê ku li ser daxwaza Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Cizîrê hatiye vedan, dibin.

Yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk ên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Qamişlo, îro beşdarî konê xwepêşandanê bûn.

Her wiha ji aliyê şêniyên navçeya Tirbespiyê ku li bin konê xwepêşamdanê ne, bi dirûşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê, hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihaştin deriyê Pêşxabûr, hevserokê Yekitiya Kedkaran ê Girkê Legê Ebdulhelîm Hesen got: "Tevî ku çalakiyên konê xwepêşandanê ketiye meha xwe ya çaran, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê heta niha jî daxwazên xwepêşandêran red dike û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake."

Ebdulhelîm Hesen wiha lê zêde kir: "Xwepêşandêr bi şev û roj bi çalakiyên aştiyane beşdarî konê xwepêşandanê dibin û êrişî tu kesî nekirine, peyama wan jî ji PDK'ê re eşkere ye ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û cenazeyên şehîdan radestî wan bikin."

Hesen di berdewamiya axaftinên xwe de kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd ên ku ji bo rewşên mirovî û nexweşiyan e, şermezar kir.

Ebdulhelîm Hesen wiha dom kir: "Herêmên me dorpêçkirî ne, gund û perestgeh tên hedefgirtin, lê tevî hemû dorpêç û bombebaranan dîsa jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji maf û destkeftiyên xwe bernadin, ji ber ku pêkhateyên herêmê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a berxwedanê dimeşin."

Xwepêşandêran piştrast kir ku çalakiyên konê xwepêşandanê heta wergirtina cenazeyên şehîdan wê bidome.

(dx)

ANHA