Baregeha Eyn El-Esed bi dronên biçek hate hedefgirtin

Çavkaniyek ewlehiyê diyar kir ku baregeha Eyn El-Esed ya li parêzgeha El-Enbar ya rojavayê Iraqê bi dronên biçek hate hedefgirtin.

Baregeha Eyn El-Esed bi dronên biçek hate hedefgirtin
4 ÇILE, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, vê sibehê bi du dronên biçek êrişek li ser baregeha Eyn El-Esed a li parêzgeha El-Enbarê pêk hat.

Heman çavkaniyê ragihand her du diron ji aliyê sîstema parastina hewayî ya baregehê ve hatine xistin.

Baregeha Eyn El-Esed li parêzgeha El-Enbar a li rojavayê Iraqê ye. Beriya niha hêzên Amerîka tê de diman. Lê roja 19’ê Kanûna 2021’an Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku hêzên koalîsyonê di çarçoveya vekişîna ji xaka Iraqê de, kelûpelên xwe yên li baregehê radestî artêşa Iraqê kiriye.

Her wiha beriya niha jî hatibû gotin ku hêzên şerker ên Amerîka ji wê baregehê derketine, tenê hejmarek ji şêwirmendên leşkerî lê mane.