Şêniyên Minbicê: Hêzên dagirker li eniya Sacûrê sivîlan dikin hedef

Şêniyên gundên Minbicê da got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava bêdengiya navneteweyî de welatiyan dikin hedef û jin û zarokan qetil dikin.

Şêniyên Minbicê: Hêzên dagirker li eniya Sacûrê sivîlan dikin hedef
4 ÇILE, 2022   08:53
MINBIC-EHMED QERACA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li gelek eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine. Di encamê êrişên du hefteyên borî yên li ser Minbic û Zirganê de gelek welatiyên jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên roja 29’ê Kanûnê yên li ser gundên bakurê rojavayê Minbicê de, jina bi navê Sena El-Elî û zaroka wê ya 6 mehekî şehîd bûn.

Di encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî navçeya Zirganê û gundewarên wê de jî 7 welatiyan şehîd bûn û 19 birîndar bûn, piranî ji wan zarok û jin bûn.

Girêdayhî vê yekê jina bi navê Emîne Cerah a ji gundê Muhsenlî yê nêzî gundê Seyade yê rojavayê Minbicê got: "Hêviyên me ew bû ku îsal li şûna êş û azar ewlehî û aramî misoger bibin.  Dewleta Tirk a dagirker di dawiya 2021’an de bi zêdetirî 50 topan êrişî herêmên me kir."

Emîne Cerah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li eniya Sacûrê sivîlan û malên wan dike hedef û jin û zarokan qetil dike. Her wiha got, di encama êrişên beriya çend rojan ên li dijî gundê Seyadeyê de jinek û zaroka xwe şehîd bûn.

Li aliyekî din jî Mehmûd Ebû Reed ê ji gundê Seyade wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker bêserûber welatiyan topbaran kirin, di encamê de mal û milkên welatiyan û torên kehrebê wêran bûn û sewlalên wan telef bûn. Her wiha Sena El-Elî û zaroka wê ya 6 mehekî şehîd bûn."

Ebû Reed destnîşan kir ku di gundê Seyade û mezreyên wê de zêdetirî 3 hezar şênî hene, tevahî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin.

Ebû Reed wiha bi dawî kir: "Xwesteka me ewlehî û aramî li herêmên me misoger bibe û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên li dijî welatiyan rawestînin."

(fr)

ANHA