Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin

Rojnameyên erebî îro têkildarî rewşa Sûriyê, Lîbya û Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin
Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin
Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin
4 ÇILE, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

`BALAFIRÊN RÛSYAYÊ BOMBEBARANKIRINA BAKUR ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DIDOMÎNIN`

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ev 4 roj e balafirên Rûsyayê êrişî herêma bêçek dikin ku beşên mezin ji parêzgeha Idlib, Hema, Heleb û parêzgeha Lazîqiye tê de ne. Her wiha balafiran cihên stratejîk, navendên koçberan û stasyonên avê bombebaran kirin.

Çalakvanê ji Idlibê Cuma El-Elî duh got: “Balafirên şer ên Rûsyayê ji 25`ê Kanûnê ve êrişan li dijî Idlibê û gundewarên Helebê pêk tînin ku di encamê de 15 sivîl birîndar bûn, di nav de rewşa 3 zarokan giran e, jinek û 2 zarokên din hatin jî kuştin.”

Her wiha diyar kir ku di encama hedefgirtina stasyona El-Erşanî ya avê de ku av dida bajarê Idlibê, stasyon rawestî û zirarên mezin gihaştin amûr û avahiya stasyonê. Cuma El-Elî bi bîr xist ku balafirên şer ên Rûsyayê kargeheke madeyên xwarinê û herêmên li nêzî kampên koçberan li herêma El-Şêx Behir a li rojavayê Idlibê jî bombebaran kirin.”

`PIŞTÎ ISTÎFAYA HEMDOK GELO HILBIJARTIN DÊ ALOZIYA SÛDANÊ ÇARESER BIKE?`

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel binkeftina birêvebirina hikumeta demkî ji aliyê rêveberiyeke leşkerî û sivîl ve, destpêkirina xwepêşendanên li dijî hebûna leşkeran li ser desthilatê û îstîfakiirna serokwezîrê welêt Dr. Abdullah Hemdok, gelek aliyan diyar kir ku tenê bi rêya hilbijartinan gelê Sûdanê dikare ji vê aloziyê xilas bibe.

Têkildarî derfeta lidarxistina hilbijartinên pêşwext, analîzvanê siyasî Yusif Seracudîn destnîşan kir ku li gel tunebûna şertên pêwîst mîna qanûna hilbijartinan, serjimariya Sûdanê û neavakirina komseriyeke serbixwe ji bo organîzekirina xebatên lidarxistina hilbijartinan, hêzên siyasî bedbîn in ku hilbijartin li dar bikevin.

Analîzvanê siyasî Ebûd El-Xelîfe jî piştrast kir ku hilbijartin rêya yekane ya çareserkirina aloziya li welêt in û lidarxistina hilbijartinan di 2023`yan de ya herî guncaw e.”

‘LÎBYA… DAXWAZÊN ÇARESERKIRIYÊN QANÛNÎ NEHIŞT HILBIJARTIN LI DAR BIKEVIN`

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Şîroveyên ku serokê Komseriya Hilbijartinan a Lîbyayê Îmad El-Sayih pêşkêş kirine, gelek peyaman didin ku derfet heye ku hilbijartin di 24`ê Çileyê de li dar bikevin, heke parlamento pirsgirêkên qanûnî çareser bike ku li pêşiya lidarxistina wê di 24`ê Kanûna borî de bûbûn asteng.

Çavdêrên rewşa Lîbyayê diyar kir ku divê parlamento gelek guhertinan di qanûna hilbijartinan de çêke da ku kesên li ser nakokî hene mîna Seyfulîslam El-Qedafî û Ebdulhemîd El-Debîba tev li hilbijartinan nebin.”

(şx)