Li herêmên hikumeta Şamê heqê hatin û çûnê roj bi roj zêde dibe

Li herêmên hikumeta Şamê, ji ber biryarên ku têne derxistin, aloziya çûn û hatinê gihaşt asteke pir xirab. Şênî diyar dikin ku biryar ji rewşa jiyanê dûr e û bandor li tevahî qadên jiyanê dike.

Li herêmên hikumeta Şamê heqê hatin û çûnê roj bi roj zêde dibe
4 ÇILE, 2022   06:56
HELEB-XEYS ŞEMSEDÎN

Ebîr (22) her roj neçar dimîne ku derdora saetekê li rawestgeha otobusa daîrî şemalî bisekine heta ku biçe zanîngeha xwe ya li naverasta bajêr. Ebîr di axaftina xwe de destnîşan dike ku ew gelek caran ji waneyên xwe dimîne ku di encamê de dê pileyên wê kêm bibin yan jî sala xwe ya xwendinê derbas neke.

Ebîr dibêje, ji ber rewşa aborî ya nebaş a malbatê nikare teksiyan kirê bike û pê biçe zanîngehê, ji ber ku kiriya teksiyê 9 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Îsam ê 44 salî jî ku ajokarê teksî ye da zanîn ku li gorî lêçûna zêde ya sererastkirina erebeyan, nirxê biha yê benzîn û debarê, kiriya veguhastinê ji bo wan kêm e.

Li aliyekî din ajokarê otobusê yê bi navê Mistefa (65) destnîşan kir ku ew gelekî aciz dibe ji ber ku neçar dimîne bertîlan bide polîsên trafîkê yên ku êdî debara xwe pê dikin.

'BIRYARÊN JI REWŞA JIYANÎ DÛR  E'

11`ê Kanûna borî, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezaxtkeran a girêdayî hikumeta Şamê nirxê lître benzînê yê ji cureya ''Oktan 90'' li gorî kertan kir hezar û 100 lîreyên Sûriyê.

500 lîreyên Sûriyê li ser kiriyên teksiyan ji bo her kîlometreyekê zêde bûn, bêyî ku kiriyeke nû ji aliyê wezaretê ve li gorî biryarên zêdekirina nirxên sotemeniyê bê diyarkirin.

Wezaretê sedema girtina vê biryarê spart ku hikumeta Şamê petrolê ji derve tîne ku lêçûna ji ber cezayan, di serî de yên Qanûna Qeyser duqat in.

Her teksiyek dikare her çar rojan 20 lître benzîn bigire. Lê ev par gelek kêm e, ji ber wê ajokar neçar dibin ku benzîn ji sûka reş bikirin ku nirxê lîtreyekê digihêje derdora 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê.

'BENZÎN ÊDÎ BI EFYÛNÊ TÊ BINAVKIRIN'

Îsam got, êdî benzîn li herêmê bi navê "Efyûnê" tê naskirin ji ber ku nirxê wê gelek bilind e û wiha domand: "Hikumet dizane ku ev biryar ne li gorî rewşa heyî ye. Ji ber wê dîsa lê venagere. Tenê bi şertê ku gilî û gazinc hebin wê li biryarê vegere. Lê ev yek gelek kêm e, ji ber ku şênî êdî rewşê dizanîn. Lê pirsgirêka mezin a biryara hikumetê ye ku destekê ji ser benzînê rake."

Girêdayî heman mijarê Ebîr îşaret pê kir ku ew tercîh dike 200 lîre bide otobusa xetê li şûna ku bi teksiyê biçe zanîngehê ji ber ku kiriya wê gelek biha ye û wiha berdewam kir: "Piraniya gelê Sûriyê berê xwe didin veguhastina giştî. "

Li aliyekî din Mistefa ku ajokarê teksiyê ye got, ji ber bihabûna sotemenî, parçeyên guhertinê û zêdebûna rişwetên ku didin polîsên trafîkê, êdî kar zehmet bûye.

Piraniya rawestgehên otobusên giştî bi qerebalix in, ji ber ku kiriyên wê ji yên wesayîtên veguhastina taybet erzantir e.

'HERÊMA PÎŞESAZÎ JI BO AJOKARAN KABÛS E'

Têkildarî lêçûna sererastkirina erebeyan, Mistefa destnîşan kir ku 20 qat zêde bûye û got, nirxê parçeyê herî biçûk ê erebeyê 30 hezar lîreyên Sûriyê ye û nirxê coteke dûlabên lîstîkî 700 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Her wiha Mistefa destnîşan kir ku ruxmî ku nirxê lîreyê Sûriyê li beramber dolarê hinekî sekinî ye, lê nirxê parçeyên erebeyan zêde dibe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema dolar bilind dibe, nirxên parçeyan jî bilind dibin. Lê dema dolar dadikeve, nirxên parçeyan mîna berê dimînin, hincet jî dorpêça aborî ye."

Îsam jî diyar kir ku ji ber ku lêçûna sererastkirinê gelek biha ye herêma pîşesazî ji bo hemû ajokaran bûye kabûs. Her wiha îşaret pê kir ku piraniya ajokaran erebeyên xwe difroşin û berê xwe didin pîşeyên din, ji ber ku xisarên wan zêde ne bi taybet heke motorê erebeyê xirab bibe.

Têkildarî nirxê erebeyan, Îsam diyar kir ku li gorî rewşa beriya aloziya Sûriyê, nirxê erebeyan niha erzan e û got: "Nirxê teksiyê min 25 milyon lîreyên Sûriyê ye yanî 6 hezar û 915 dolar in. Lê nirxê wê di sala 2010`an de beriya aloziyê digihaşt 765 hezar lîreyên Sûriyê yanî derdora 17 hezar dolaran."

'BERTÎLAN DIDIN POLÎSÊN TRAFÎKÊ'

Mistefa diyar kir ku ew rojane derdora hezar lîreyên Sûriyê didin polîsên trafîkê û heke bertîlan nedin, bi hicetên ne rast ceza li wan dibirin.

Mistefa hincetên ku têne cezakirinê wiha rêz kirin"Di erebeyê de sindoka tenduristiyê û amûra agirvemirandinê tune ne. Li gorî rewşa Sûriyê û aloziya heyî ev muxalefet ecêb û xerîb in."

Mûçeyê polîsên trafîkê yên mehane derdora 91 hezar û 400 lîreyên Sûriyê ye, bertîlên ku distînin, rewşa wan a debarê baş dike.

Mistefa gotinên xwe wiha bi dawî kirin: " Her tişt li aliyekî û polîsên trafîkê li aliyekî din, dibêje qey bûne şirîkên me. Heftane em 5 hezar lîreyên Sûriyê didin wan."

Hemû kesên ji ajansa me re axivîne ji ber tirsa saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê navên xwe eşkere nekirin û bi navên din ji min re axivîn.

(şx)

ANHA