​​​​​​​‛Êrişên li dijî mizgeftan sûcekî dermirovî ye’

Gerînendeyê Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esad da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyan di malên wan de û nimêjvan di mizgeftan de dike hedef û ev yek bi sûcekî dermirovî û derexlaqî wesifand.

​​​​​​​‛Êrişên li dijî mizgeftan sûcekî dermirovî ye’
4 ÇILE, 2022   04:20
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Bi destpêka Kanûnê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê welatî û mizgeftên dikin hedef.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî welatî û mizgeftan, gerînendeyê Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esad got: "Bombebaranên balafirên bêmirov û topavêjan temamkirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

Di encama êrişên bênavber ên hefteya dawî de li Zirganê 7 welatiyên şehîd bûn û 19 birîndar bûn. Di êrişa bi balafira bêmirov a biçek a li Kobanê de 6 ciwan şehîd bûn û gelek zirarên madî bi malên welatiyan, saziyên sivîl û mizgeftan de çêbûn.

Şemiya borî hemwextî nimêja berêvarê, artêşa Tirk a dagirker mizgefta mezin a Zirganê kir hedef, di encamê de welatiyekî ku li ser nimêj bû birîndar bû.

Girêdayî vê yekê Ehmed El-Esad  got, bi êrişa li ser mizgeftê re rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere bûn dijbertiya îslamê dikin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê welatiyan di malên wan de dikin hedef, her wiha mizgeftan jî topbaran dikin. Ev karekî derexlaqî ye û li dijî şerîet û olan e. Ev yek rûyê rastîn ê Tirkiyê û çeteyên wê ji cîhanê re eşkere kir."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dêr û perestgehên asûrî yên Til Temirê topbaran kirin û zirarên mezin gihandin gundên Til Nesrî, Til Tal, Til Şimêran û Til Cizîrê.

El-Esad diyar kir ku tevahî aliyên ku çavên xwe berdane welat, di serî de jî dagirkeriya Tirk, şerekî berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin û got: "Ev hemû alî hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, gelên herêmê qir bikin û wan ji herêmên wan bidin koçberkirin. Bi gurbûna êrişan re deriyên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser re jî hatin girtin."

Gerînendeyê Ewqafê yê Şedadê Ehmed El-Esad wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanc ji hevbendiya wan hêzan lawazkirin û binxistina projeya Rêveberiya Xweser a ku bi saya fedekariyên şehîdên herêmê hatiye damezrandin."

(fr)

ANHA