​​​​​​​Li Serêkaniyê ya dagirkirî rewşa debarê her ku diçe xerabtir dibe

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ve, şênî fatoriyên qeyrana aborî ya li Tirkiyê didin. Li Serêkaniyê madeyên bingehîn bi zehmetî tên peydakirin û nirxên wan bilind in.

​​​​​​​Li Serêkaniyê ya dagirkirî rewşa debarê her ku diçe xerabtir dibe
4 ÇILE, 2022   07:27
HESEKÊ-IYAD SILO

Krîzên aborî û debarê yên li Tirkiyê yên ku ji ber siyasetên çewt ên partiya serwer derketine bandora xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirin, dike. Li gorî agahiyên ku şêniyan ji Serêkaniyê ya dagirkirî dane, şênî bi zehmetî madeyên sereke yên debarê mîna nan, sotemî û derman peyda dikin.

Ji gundekî rojhilatê Serêkaniyê çavkaniyekî bi rêya telefonê ji ajansê re diyar kir ku li herêmê rewşa debarê pir zehmet, nirxên kel û pelan, nexasim madeyên xwarinê zêde bilind in.

Çavkaniyê ku ji tirsa dagirkeran nexwest navê xwe eşkere bike got: "Rojane nixê madeyan bilind dibe. Tûpeke gazê bi 50 hezar lîreyên Sûriyê ye û tenê li cem çeteyên heye ku pê bazirganiyê dikin. Nirxê tûrê nan ê pirî caran ne baş e bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye. Mirov bi saetan li ber deriyê firinê disekine heta ku nan bi dest bixe. Şûşeya zeytê ya lîtrek bi 17 hezar û 400 lîreyên Sûriyê ye û kîloya çayê jî bi 46 hezaran e. Her wiha firotina  mazot, benzîn û gazê di destên çend secrete û dikanên wan de ne, ev yek ji madeyên xwarinê yên sereke; şekir, çayê û birinc û derbasdar e.''

Dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, ji wan Idlib, Efrîn, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê, lê hîn jî hewldana berfirehkirina qada dagirkiyê dike û li hemberî vê yekê jî civata navneteweyî bê deng e.

(eh)

ANHA