Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava şahiyek li Qamişlo li dar xist

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê gelek hunerên muzîk û stranên kurdî li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo pêşkêş kir.

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava şahiyek li Qamişlo li dar xist
Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava şahiyek li Qamişlo li dar xist
Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava şahiyek li Qamişlo li dar xist
3 ÇILE, 2022   16:25
QAMIŞLO

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist. Ew şahî bi armanca pêşkêşkirina behreyên zarokan ji malbatên wan re û teşwîqkirina wan li ser çand û muzîka kurdî ye.

Ev kom bi armanca fêrkirina zarokên Kurd li ser lêdana amûrên muzîkê û naskirina wan li ser awazên muzîka gelê Kurd hat damezrandin. Di komê de nêzî 30 zarokên di navbera 8 heya 16 saliyê de hene û piranî ji Qamişloyê ne.

/ar/uploads/files/2022/01/03/155210_mzkyn-tahr.webp

Girêdayî mijarê hunermend û endama rêveber a komê Mizgîn Tahir ji ajansê re axivî û got: "Me ev şahî li dar xist da ku berheyên muzîkê yên zarokên beşdar bûn ji malbatên wan re pêşkêş bikin, zarokan ji hewaya şer bi dûr bixin û teşwîqî huner û muzîka Kurd bikin."

Mizgîn Tahir wiha bi dawî kir: "Komê ji 8 mehan ve zarok li ser amûrên muzîka Kurd û klasîk mîna; tembûr, gîtar, piyano, biziq, qanûn, pîk, keman û hwd perwerde û fêr dikin. "

Şahî, bi lêdana her zarokekî/ê li ser amûrekê muzîkê û pêşkêşkirina stranên Kurd ên taybet bi zarokan bi dawî bû.

(fr)

ANHA