Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen: Divê qetilkirina jinên Kurd wekî '' jenosîd'' were pênasekirin

Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen, şehîd Pakîze Nayir , Farma Uyar û Sêvê Demîr bi bîr anîn û got, di kesayeta wan de divê qetilkirina jinan wekî "jenosîde" were pênasekirin. Xecê Şen komkujiyên Parîs û Silopiya bi "siyaseteke navneteweyî ya yekparebûyî" bi nav kir.

Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen: Divê qetilkirina jinên Kurd wekî '' jenosîd'' were pênasekirin
4 ÇILE, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN-SOZDAR WEQAS

4'ê Çileya 2016'an polîsên û hêzên ewlekariyê yên rejîma Tirk bi panzêran êrişî taxa Karşiyaka ya navçeya Şilopiya ya bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kirin û komkujiyeke pêk aîne. Di encamê de endama Desteya Rêvberiya Kongreya Jina Azad (KJA) û endama Meclisa BDP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Silopiya Pakîze Nayir û endama KJA'yê Farma Uyar û welatiyekî din ku nasnameya wî nehate eşkerekirin, şehîd bûn.

'QETILKITINEKE HERSÊ JINÊN TÊKOŞER SIYASÎ Û POLÎTÎK E'

Bi wesîleya salvegera 5'an şehadeta her sê têkoşeran, nivîskar û aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêhevala Sêvê Demîr, Xecê Şen ji ANHA'yê re axivî.

Aktîvist Xecê Şen got: "Li ser şehadeta sê jinên şoreşger ên ku li navenda medeniyete ya Ewropayê Parîsê şehîd ketibûn, sê birînên, din sê êşên din li ser can û bedena me ve hatin zêdetirkirin. Li ser şehadeta wan re bi milyon sal jî derbas bibin, ew ê dê her tim wekî îro di dil û canê me de û di mejî û hefîzeya me de zindî bijîn.”

Têkildarî hevnasiya xwe ya bi şehîd Sêvê Demîr re, Xecê Şen wiha got: "Di sala 1997’an de hevnasîna min rêhevala min a 23 Sêvê Demîr, li metrepolên Tirkiyeyê bajarê Aydin, Îzmîr û Manîsayê di Rojnamegeriya Kurdî ya Azadiya Welat de çêbû. Ji sala 1997’an hetanî sala 2000’î ve em bi hev re di Rojnameya Azadiya Welat de xebitîn. Me gelek rojên xweş, rojên şadî û şahî bi hev re jiyî û me da jiyandin. Ew di sala 2000’î de derbasî Baskê Jinan a HADEP’ê bû. Min jî di Rojnameya Azadiya Welat de xebatên xwe domand. Di sala 2003’an de me Tevgera Jinên Demokratî û Azad DÖKH ava kir. Ez û rêhvala xwe Sêvê Demîr carekî din gihiştin hev û me bi hev re xebatên xwe berdewam kir. Di sala 2006’an de jî me bi hev re Tevgera Zimanê Kurdî (TZPkurdî) ava kir û em demen pir dirêj bi hev re di (TZPkurdî) de xebitin. Piştî wê em her du jî hatin girtin û demeke pir dirêj em di zindanên cuda cuda ên lii Kurdistan û Tirkiyeyê de man. Di 2014’an de em ji zindanê derketin û me careke din bi navê Kongreya Jinên Azad (KJA) ava kir. Em herdu jî hem endamên Meclisa Daîmî ya KJA'yê bûn û hem jî endamên desteya rêvebir ya Partiya Herêmên Demokratîk ( DBP) bûn. Em her du jî bi hev re li bajarên Mêrdîn û Şirnexê dixebitin. Di pêvajoya hilbijartina Parlementoyê ya Tirkiyeyê de dîsa em her du bi hev re li wan bajaran xebatên hilbijartinê dikir. Di wê serdemê de jî pêvajoya xweseriya demokratîk dabû destpêkirin. Rêheval ezîz Sêvê Demîr li navçeya Silopiya ya Şirnexê ma û ez jî li navçeyên Nisêbîn û Kerboranê ya Mêrdînê mam. Piştî 4 meh şûn de ez li Kerboranê di pêvajoya qedexeya û şer de hatim girtin û di zindanê de mam. Rêhevala min a 23 salan Sêvê Demîr û bi Hevseroka Meclisa Gel a Silopyayê  Pakîze, aktivîsta me ya KJA'yê Fatma li Silopyayê  hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ve hatin şehîdkirin. Anku ez di zindana Edene ya Karataşê de bûn di Radyoya Dengê Kurdistan de agahiya şehadeta wan sê jinên azad gihiştin me."

Têkildarî qetilkirina her sê çalakvanên jinên Xecê Şen got: "Qetikirina hersê jinên Kurd li Silopyayê qetilkitineke siyasî û polîtîk e. Dewleta Tirkiyeyê dixwestin di kesayeta wan sê jinan de li ser gelê kurd jenosidekê li dijî jinên Kurd pêk bîne."

Li gel zextên hikumeta Tirk ên li dijî kurdan, zextên siyasî li dijî jinên çalakvan û siyasetmedar ên Kurd û sûcên qirkirinê li dijî girtiyên siyasî zêde dibin. Li gorî agahiyên ku ji girtîgehên rejîma Tirk têne girtin, desthilatdarên Tirk girtiyên siyasî li pêşberî mirineke hêdî hiştine.

Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen, qetilkirina jinên êzidî yên Şengalê, Hevrîn Xelef û Zehra Berkel li Rojava, hevseroka Meclisa Gel a li Bakurê Kurdistanê, qetilkirina Hevserokên Gel Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Farma Uyar, Sêvê Demîr, Berjîn Demîrkaya, Ferîde Yildiz, Şêhrîban Altunişk jî bi polîtîkayekî jenosîdê li ser gelê Kurd û jinên Kurd bi nav kir.

Xecê Şen bi domdarî got: " Li Îzmêrê qetilkirina Denîz Poyraz di 17'ê Hezîrana 2021'an û di zindanê de jî qetilkirina Xerîbe Gezer di 9'ê Çileya sala borî  di encama polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê de pêk hatiye. Ev rastiyeke. Dewlet dixwaze li ser Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bide meşandin û demokrafiya wê biguhere. Ev polîtîkayên şerê taybet jî pir cureye, ne di yek hêlî de tê maşandin, di pir hêlî de tê meşandin. Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan siyasî, fîzîkî, derûnî, aborî û civakî  her roja ku diçe zêde dibe. Taybetî jî bi pêvajoya pandemînê ve dehqet zêdetir bûye. Li Tirkiyeyê her roj herî kêm 7 jin tên kuştin, tên qetilkirin yan jî rastî tundiyên giran tên."

Xecê Şen diyar kir ku rojane bi hinceta tiştên biçûk qirkirinên siyasî pêk tên û wiha domand: "Bi dehan siyasetmeda, xebatkar sazî û dezgeyên kurdî, rojnamevan Kurd û taybetî jî aktivîstên me yên TJA'yê tên girtin û davêjin zindanan. Polîtîkayên şerê taybet ên li ser zindana her ku diçe zêdetir dibe. Taybet jî li ser jinên kurd ên di zindanan de bi şêweyên cuda cuda binpêkirinên mafên mirovan tên kirin. Bêguman ev di hemû encamên siyaset û polîtîkayên navneteweyî de tên kirin."

'KOMKUJIYA LI SILOPÎ BERDEWAMA KOMKUJIYA LI PARÎSÊ YE'

Xecê Şen anî ziman ku qetilkirina hersê jinên şoreşger û berxwedêr ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez jî di encama polîtîkayên navneteweyî de pêk hatibû û got: " Ev bi awayek eşkere di raya giştî de jî hatibû xuyakirin. Qetilkirina hersê jinên Kurd ên li Parîsê û qetilkirina sê jinên Kurd ên li Silopyayê  netesaduf e. Di vê mijarê de tu kes nikare me îkna bike ku ev teseduf nîne. Ev herdu qetlîam bi zabûn û bi polîtîkayeke yekpareyî pêk hatiye. Em dema ku li roj û mehên şehadeta wan dinihêrin heman meh û heman rojên nêzî 7 û 9 rojî de hatine qetilkirin. Qetlîama li dijî hersê jinên şoreşger li Parîsê di 9'ê Çileya sala 2013'an de hatibûn. Qetilkirina hersê jinên berxwedêr Pakîze Nayir , Farma Uyar, Sêvê Demîr jî di 7'ê Çileyê ya  sala 2016'an de pêk hatiye. Ev ne tesaduf e qetilkirina her şeş jinên pêşengên, jinên bexwedêr ên kurd di heman dîrokan de pêk were. Ev bi awayeke zanebûn, bi siyaseteke sazûvanî û bi biryareke navendî pêk hatiye. Li gorî baweriya min, divê ev wisa jî were dîtin û pênasekirin. Ev herdu komkujî bi hev re girêdayîne. Ji ber ku dewleta Tirk bernamzetiya Yekitiya Ewropayê ye."

'DI XAKA KURDISTANÊ DE JIN RÛMET Û PÎROZIYA HERÎ MEZIN Û BILIND E'

Aktîvîst Xecê Şen bal kişand ser polîtîkayên yekpare yên bi armanca şikandina vîna jinên Kurd di kesayet herşeş jinên Kurd de û got: " Ji ber ku di xaka Kurdistanê de jin rûmet û pîroziya herî mezin û bilind e. Di bîr û baweriya kurdan de asta jinan hêza bîr û baweriya herî mezin û bilind e. Di asta welatparêzî, welatperwerî, şoreşgeriyê de jin pêşenga herî di pêş de ye. Bi ked, xwedan û zanebûna jinan di xaka Kurdistanê de şoreşên cîhanê ya herî mezin pêk hatiye. Pênasya Şoreşa Rojava Şoreşa jinan rûyê vê heqîqetê ya herî şênber ê ku îro li cîhan nav û deng daye. Dewleta Tirkiyeyê dixwazê vê heqîqetê tune bike, xaka kurdistanê talan bike û di hefîzeya civakê de bide windakirin. Hedef û kiryarên dewletê ya şerê taybet ev e. Ger ku pirs bikin çima Bakurê Kurdistanê? Dê bersivî ev be; Bakur dil, mejî û hefizeya herçar hêlên Kurdistanê ye."

Bakur ruh û serê Başûr, Rojhilat û Rojava ye. Ji ber ku Bakur parçeya herî mezin û xwedî heqîqeta xwe ya dîrokî û kevnare ye. Ev hem di warê serhildêriya kurdan de wisa ye û hem jî diwarê dewleta Tirkiyeyê û dewletên yekparyî de jî wisa ye. Bakur xwedî taybetmendiyeke xwe pir balkêş e. Ev balkêşbûna wê jî bêguman bi têkoşîna jinan ve heye. Ji dîroka xaka Kurdistanê û hetanî îro bênavber têkoşîn û berxwedana jinên kurd domandiye. Ev rastiyeke. Ji ber vê berxwedariya jinan e ku her tim di hedefa mêrdewletan de ne. Ruhê Bakur bû roj û ronahî li her çar hêlên Kurdistanê û cîhanê belavbû. Anku tovê vejîna kurdan ji Bakur derbasî cîhanê bû. Fikir, bîr û baweriya felsefeya hemjiyana azad bi roj û ronahiya Bakur jînde dibe. Ev roj û ronahiya çar hêlên Kurdistan û taybet jî Bakurê Kurdistanê, bi saya têkoşîn û berxwedariya jinên Kurd û felsefeya û zanista jineolojiyê dê her dem jînde bimîne. Dê tucarî destur nede ku ev xeyalên mêrdewletan û taybet jî mêrdewletiya Tirkiyeyê pêk were."

Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen di dawiyê de got:  "Em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA) hetanî dawî jî ji bo hemû nirxên xwe yên neteweyî ziman, çand, av, ax û erdîngariya xwe xwedî derkevin, ji bo van nirxên pîroz, vînû îradeya xwe têbikoş in.

ANHA