Balafirên Rûsyayê li Cisir El-Şixûr da

Balafirên şer ên Rûsyayê konên koçberên ji gundewarên Helebê ên li bakurê bajarê Cisir El-Şixûr ê li rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê li Cisir El-Şixûr da
1 ÇILE, 2022   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê konên koçberên gundewarên Helebê yên li herêma Nehr El-Ebyad ê bakurê Cisir El-Şixûr li rojavayê Idlibê, bombebaran kirin û di encamê de jinek û 2 zarok hatin kuştin û nêzî 10 kes jî birîndar bûn.              

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê her wiha zêdetirî 12 caran êrişî herêmên derdora bajarê Idlib û Çiyayê El-Zawiye kiriye.            

Di heman demê de çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topavêjan cihên hêzên hikumeta Şamê yên li herêma Corîn a Hemayê û derdora bajarê Merat El-Nûman ê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Rûsyayê di roja dawîn sala 2021'an de 4 caran êrişî "herêma bêçek" kir, her wiha derdora rojavayê bajarê Idlibê, bajarokê Kansefra û derdora gundê El-Cedîdê ye li Idlibê kirin armanc.

(dx)