Leşkerên dewleta Tirk 2 welatî li ser xaka Başûr revandin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl li nav xaka Başûrê Kurdistanê, revandin.

Leşkerên dewleta Tirk 2 welatî li ser xaka Başûr revandin
1 ÇILE, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ,duh leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li gundê Dayla ya ser bi Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve, 2 welatiyên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa revandin. Heya niha jî aqûbeta her du welatiyan nayê zanîn.

Heya niha derbarê binçavkirina her du welatiyan de, tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.