Îsraîl: 2 moşekên ji Xezayê hatine avêtin li Til Evîvê ketin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro 2 moşek ji Xezayê ber bi Deryaya Spî ve hatine avêtin û li hember beravên herêma mezin a Til Evîvê ketine.

Îsraîl: 2 moşekên ji Xezayê hatine avêtin li Til Evîvê ketin
1 ÇILE, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ‘Kan’ hinek dîmenên moşekan weşandin û da zanîn ku lêpirsîn têkildarî mijarê tê kirin.

Roja çarşemê sivîlekî îsraîlî bi guleya sekvanekî bi sivikî birîndar bûbû.

Artêşa Îsraîlê bersiva wê bûyerê dabû û gelek nuqteyên Hemasê yên li Xezayê kiribûn hedef.

(şx)