​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî benderê di guhertina helwesta Rûsyayê de xaleke girîng e

Rojnameyên erebî vê sibê der barê kar û barên Sûriyê, Lîbya û Tunisê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî benderê di guhertina helwesta Rûsyayê de xaleke girîng e
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî benderê di guhertina helwesta Rûsyayê de xaleke girîng e
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa li dijî benderê di guhertina helwesta Rûsyayê de xaleke girîng e
1 ÇILE, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

`ÊRIŞA LI SER BENDERA LAZÎQIYÊ DI GUHERTINA HELWESTA RÛSYAYÊ DE XALEKE GIRÎNG E`

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Êrişa Îsraîlê ya dawîn a li dijî depoya çekan a li bendera Lazîqiyê di aloziya Sûriyê de, bi taybet di helwesta Rûsyayê de dide diyarkirin ku guherîn çêbûye.

Di sala 2018`an de piştî ku Îsraîlê di êrişên li dijî rojavayê Sûriyê de balafireke Rûsyayê xist xwarê, nakokî di navbera Moskov û Til Avîvê de çêbû. Îsraîliyan di serî de serokwezîr Benjamin Netanyahu serdana Moskovê kir û lêborîn ji Vladimîr Pûtîn xwest da ku vê mijarê ji bîr bike.

Piştî hevdîtina di navbera Pûtîn û Bennett de xîtaba Rûsyayê guherî. Beriya wê, baregeha Himêmîm bi kêfxweşî radigihand ku pergala parastinê ya Sûriye-Rûsyayê bersiva topbarana Îsraîlê daye. Lê niha di daxuyaniyên xwe de behsa vê yekê nakin.”

‘TAWANÊN GENDELIYÊ FIŞARÊN LI SER HIKUMETA EL-DEBÎBE ZÊDE KIRIN’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî ku nekarî wexta lidarxistina hilbijartinên serokatiyê diyar bike û çareseriya siyasî ya li welêt temam bike, hikumeta Wehde El-Wataniye bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe bi fişaran re rû bi rû maye. Tawanên gendeliyê û bikaranîna hegemonyaya siyasî ji bo pêkanîna ajandeyên derve, ev fişar zêdetir kirin. 

Li gorî raporên rojnameyan, malbata El-Debîbe li Misratayê ya herî dewlemend e û bi tawanên gendeliyê re rû bi rû mane. Parlamentoya Lîbyayê sala 2017`an El-Debîbe xist nav lîsteya endam û hêzên bi terorê û bi fînansekirina komên çekdar ên girêdayî Îxwan Muslimîn hatine tawanbarkirin.”

`TUNIS: HÊZÊN EWLEHIYÊ CÎGIRÊ SEROKÊ EL-NEHDAYÊ GIRT`

Têkildarî kar û barên Tunisê rojnameya El-Itîhad El-Îmarat wiha nivisî: “Hêzên ewlehiyê yên Tunisê duh cîgirê serokê tevgera El-Nehda ya Îxwanî û wezîrê edaletê yê berê Nûredîn El-Bihêrî girt.

Serokê Tunisê Qeys Seîd di daxuyaniyên xwe de gelek caran behsa El-Bihêrî kir lê bi nav nekir. Ewn bi xirakirina belgeyên Wezareta Edaletê û kontrolkirina dadê tawanbar kir. Her wiha behsa mal û milkên wî yên gumanbarkirî û jêderên wê yên nediyar kir.”

(şx)