Rûspiyekî eşîra Begara: Astana bûye platforma rewakirina êrişên dewleta Tirk

Rûspiyê eşîra Begara ya Ereb Hisên El-Kebiş destnîşan kir ku aliyên navneteweyî û herêmî hewl didin bi rêya civînên Astanayê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û dagirkirina axa Sûriyê rewa bikin.   

Rûspiyekî eşîra Begara: Astana bûye platforma rewakirina êrişên dewleta Tirk
1 ÇILE, 2022   02:47
HESEKÊ- MEHMÛD IBÊD

Rûspiyekî eşîra Begara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Kebiş ku têkildarî gera 17'emîn a Astanayê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tiştekî nû ji dan û standin û civînên wiha dernakevin, ji bilî koçberkirina gelê Sûriyê û kûrkirina nakokî û dubendiyê li Sûriyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî civînên Astanayê di 21 û 22’yê Kanûnê de 2 navçeyên kantona Hesekê; Zirgan û Tel Temir ji baregehên wan ên li herêmên dagirkirî bombebaran kirin. Di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 14 kesên din birîndar bûn.

Rûspiyekî eşîra Begara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Kebiş diyar kir ku Astana bûye platformek ji bo rewakirina êrişên li ser herêmên Sûriyê.

El-Kebiş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya wê hewl dide bi dagirkirina axa Sûriyê û koçberkirina bi hezaran şêniyan ji malên wan, tiştê ku hatiye kirin, ferz bike.

El-Kebiş destnîşan kir ku ev dewlet hewl didin aloziya ku gelê Sûriyê pê re rû bi rû ye dirêj bikin. El-Kebiş destnîşan kir ku projeya demokratîk li dijî siyaset û berjewendiyên teng ên van welatan e, ji ber vê yekê ev welat bi her awayî hewl didin vê projeyê têk bibin.

Beriya zêdekirina êrişên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin û dorpêç li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çend rojan ve ferz kirin.

Der barê armancên têkbirina Rêveberiya Xweser de, Hisên El-Kebiş destnîşan kir ku aliyên derve xema berjewendiyên gelê Sûriyê nakin, divê çareserî bi diyaloga gelê Sûriyê û qebûlkirina hemû aliyan be.        

(dx)

ANHA