Edalet Ebdullah: Desthilatên Başûrê Kurdistanê çîna gendeliyê ne

Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah got "Çîna siyasî ya Başûrê Kurdistanê ji şert û mercên rêveberiya adil a saziyan ne berpirsyar e. Gendelî zelal e û dahatên herêmê ne zelal in û ne di destên ewle de ne."

Edalet Ebdullah: Desthilatên Başûrê Kurdistanê çîna gendeliyê ne
1 ÇILE, 2022   05:08
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Li gorî hin navendên lêkolînê, di sala 2021'an de desthilatdarên Başûrê Kurdistanê zêdetirî 4,5 milyar dolar ji çavkaniyên petrolê bi dest xistine, lê gelê Başûr di rewşeke nebaş de dijî. Di encama siyaseta yekalî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de Başûr veguheriye navenda torên gendelî û talanê.

Gelê Başûrê bi dehan salan ji bo azadiya xwe tê koşiya lê niha li ser rêyên koçberiyê dimire ku girseyên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê delîlên vê yekê ne, ji ber rewşa xirab a aborî, nebûna derfetên xwendinê û ewlehiyê.

Li gorî daneyên nefermî, zêdetirî 4 hezar hemwelatî li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane û 27 kes jî di derayayê de xeniqîn ji bo ku xwe bigihînin Brîtanyayê. Serokê LOOTKA ji BBC re got "Temenê piraniya koçberan di navbera 18-25 saliyê de ye."

Di 26'ê Kanûna 2021'an de li Deryaya Egeyê keştiyeke koçberan binav bû û di encamê de 9 welatiyên ji Başûr jiyana xwe ji dest da ku termê 16 penaberan gihaştin Hewlerê.

Di meha Mijdarê de, Komeleya Penaberan li Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku ji destpêka sala 2021`an heta niha nêzî 28 hezar koçber ber bi welatên Ewropayê ve çûne û piraniya wan ji herêmên Soran û Zaxoyê ne.

Hejmara niştecihên Başûrê Kurdistanê, li gorî desteya serjimariyê 6 milyon û 171 hezar û 83 kes e û hin rapor jî diyar dikin ku rêjeya bêkariyê li Başûrê Kurdistanê ji sedî 30 derbas dibe.

Tevî dewlemendiya Başûrê Kurdistanê di warê berhemên xwezayî de, rêjeya bêkarî û hejariyê her diçe zêde dibe û di sala 2021'an de gihaştiye pêtir ji sedî 30 û niha piraniya kesên ku zanîngeh û peymangeh qedandine, bê kar in.     

Li gorî hin daneyan, dahatên Başûrê Kurdistanê ya salane digihêje nêzî 13 trîlyon û 80 milyar dînar ku ji sedî 55 ji petrolê, ji sedî 25 ji gumrikê û yên mayî jî ji xerc û bacê ne. Başûrê Kurdistanê rojane 455 hezar bermîl petrol difroşe ku mehane nirxê wê 570 milyar dînar e, ku salane dibe 6 trilyon û 840 milyar dînar. Salane 3 trîlyon û 600 milyar dînar ji gumrukê, 1 trîlyon û 80 milyar dînar ji bac û trîlyonek û 200 milyar dînar jî ji xêzkirinê tê, dikevin xezîneya Başûrê Kurdistanê û hêzên hevpeyman jî salane 360 ​​milyar dînar dide.

Li gorî ajansa nûçeyan a Roj Newsê, hikumeta Başûrê Kurdistanê salane 10 trîlyon û 740 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan xerc dike. Salane beramberê 1 trîlyon û 200 milyar dînar karê wezaretan dike. Bi giştî xercên salane yên Hikumeta Başûrê Kurdistanê 11 trîlyon û 940 milyar dînar e.

Nivîskar û mamostayê zanîngehê Edalet Ebdullah di daxuyaniyekê de ji ajansa me re ev tişt got: "Ev hejmar rast bin yan na, ne girîng e, ya girîng ew e ku pirsgirêkên jiyanê hene ku hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê bi hemû tebeqeyên xwe yên civakî ji xeynî çîna siyasî ya ku jiyanek dewlemend dişibihe jiyana Firewniyan, wekî hemwelatiyek navîn dibîne, êşê dikişîne."

Edalet Ebdullah wiha got: "Min carekê gotibû ku gelek berpirsên hikumetê û derdorên partiyê ne tenê gendelî ne, di heman demê de nezan in, ji ber ku nizanin em di serdemeke cuda de dijîn ku tê de gendelî nayê veşartin, mebesta min serdema Teknolojiya ragihandinê, çapemeniyê ku tiştek tê de ne veşartî ye û eşkerekirina diyardeyên gendeliyê tenê bi demê û hatina kêliyên derketina pevçûnên dijwar di navbera polên gendelî de girêdayî ye, wê demê hûn ê bibînin ku wê gendeliyê xwe her tiştî ji me re eşkere dikin."         

Tevgera Nifşê Nû roja 17'ê Mijdara 2019'ê daxwaza lêkolîna der barê gendelî û firotina petrola Başûrê Kurdistanê kir û tekez kir ku hemû pereyên petrolê li derveyî çarçoveya bûdceya dewletê û bankên hikumetê ye.

Rojnameyeke Belçîkayê di Adara 2020'an de eşkere kir ku serweta Mesûd Barzanî nêzî 600 milyar dolar e ku li çend bankên Swîsreyê ye.

Di dawiya meha Kanûnê de, belgeyek bi navê Kompanya Kurdistan Navneteweyî belav kir, ku tê de kompanyayê diyar kiribû ku Idrîs Barzanî kurê Nêçîrvan Barzanî, pişkên xwe yên di Banka KII de bi nirxê 34 milyon dolar firotiye.

Edalet Ebdullah diyar dike ku dahata Başûr ne di destê ewle de ye û got: "Dahatên Başûrê Kurdistanê ne zelal in û ne di destên ewle de ne, eger wisa nebûya, me ev hemû êş û xirabûna şert û mercên jiyanê nedidît."

Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah got: "Em ne hewceyî raporên biyanî ne ji bo ku em bizanibin ku çîna siyasî li herêmê berpirsê şert û mercên rêveberiya bêalî ya saziyên Başûrê Kurdistanê ya Iraqê ne. Gendelî zelal e û diyardeyên hejarî û bêkariyê zêde dibin. Ev hemû dilîl in ku pereyên vê herêmê ne ewle ne, lê li ber destê çîneke siyasî ya ku nikare yekparçebûna xwe pêk bîne û ji aliyê hemû gelên herêmê ve tê gumankirin, sal bi sal xirabtir dibe û belge jî boykota zêdetir ji sedî 55 ji xelkên herêmê mafê dengdanê, hilbijartinên vê dawiyê ye."

(dx)

ANHA