ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2022
1 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 89'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê de ku welatî hêviya saleke biewle dikin, artêşa Tirk di êrişên xwe de jin, zarok û perestgehan topbaran dikin, ji lew re ew kesên îdia dikin ku misilman in, di rastiyê de dûrî ol û exlaq in.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê avahiyên mêtingehiyê yên li kantona Efrînê ya dagirkirî, ku bi fînans û piştevaniya rêxistinên hin dewletên Kendavê ne, red kirin. Li ser vê yekê bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê de ku tevahî cîhan li dijî gerîlayan komployan pêk tînin, şêniyên Kobanê piştgiriya xwe ji wan re nîşan da û teqez kir ku ew ê tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin û bi fîzîkî azad bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Delê El-Hemûd (80) tevî topbarana bênavber a dewleta Tirk a li ser navçeya Zirganê jî ji mala xwe dernakeve û dibêje "Ez ê canê xwe ji bo hêzên ku vî bajarî û hemû herêman diparêzin, feda bikim." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Nûnerê taybet ê berê yê DYA'yê Sûriyê James Jeffrey di bernameyeke televîzyoneke PDK'ê de got çeteyên dewleta Tirk di Cotmeha 2019'an de li Girê Spî û Serêkaniyê sûcên şer kirine. Wî got wan delîlên zelal pêşkêş kirin li ser tawanên şerî li dijî wan û hingê hinek hatine lêkolînkirin û komeke mîlîtanan ji aliyê rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ve hatine cezakirin. (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah got "Çîna siyasî ya Başûrê Kurdistanê ji şert û mercên rêveberiya adil a saziyan ne berpirsyar e. Gendelî zelal e û dahatên herêmê ne zelal in û ne di destên ewle de ne." (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbicê Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku çareseriya krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî û beşdariya hemû gelê Sûriyê di avakirina destûreke nû de ye û tekez kir piştî têkçûna sîstema navendî hat îspatkirin, pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê eşîra Begara ya Ereb Hisên El-Kebiş destnîşan kir ku aliyên navneteweyî û herêmî hewl didin bi rêya civînên Astanayê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û dagirkirina axa Sûriyê rewa bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA