`Gerîla hêviya gelê Kurd e û hêza yekane ye ku Kurdistanê diparêze`

Di demekê de ku tevahî cîhan li dijî gerîlayan komployan pêk tînin, şêniyên Kobanê piştgiriya xwe ji wan re nîşan da û teqez kir ku ew ê tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin û bi fîzîkî azad bikin.

`Gerîla hêviya gelê Kurd e û hêza yekane ye ku Kurdistanê diparêze`
1 ÇILE, 2022   04:18
KOBANÊ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike û hemwextî vê yekê gerîla li çiyayên Kurdistanê serkeftinan qezenc dikin û artêşa Tirk têk dibin, şêniyên Kobanê têkildarî mijarê ji ajansê re axivîn.

Ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê berxwedana gerîlayan û YJA-Star neçar kir ku artêşa Tirk ji Tabûra Erban û Werxelê yên Avaşîn û girê şehîd Munzir ê Zapê yên li Başûrê Kurdistanê vekişe.

ꞌDEMA BERSIVDAYÎNEKE XWEŞIK JI VÎ FÎLÎZOFÊ MEZIN Û GERÎLA RE HATIYEꞌ

/kr/uploads/files/2021/12/31/194433_-.webp

Têkildarî mijarê, Sûad Şêx Demir wiha got: "Dem dema azadiyê ye û em jinên tevgera azadiyê banga rizgarkirina gelan ji zilim û zordariyê dikin, bang li gelê cîhanê yê azadîxwaz dikin ku piştgiriya me bikin da ku tecrîda li ser rêber Ocalan were rakirin û di aliyê fîzîkî de were rizgarkirin. Ji ber ku em ji bindestiyê rizgar kirin û îro dem hatiye em bersiveke xweşik bidin vî fîlîzofî û rêberê mezin."

Sûad Şêx Demir ev li gotina xwe zêde kir: "Divê em îro li kêleka gerîla bisekinin, ji ber ku ji bo me di şer de ne û ji erka me ye ku em bi hemû rêbazan piştgiriya wan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê di şerê xwe yê li çiyayên Kurdistanê de bi ser bikevin, ruxmî ku dewleta Tirk bi hemû çekan û heta bi çekên kîmyewî, bi kar tîne."

/kr/uploads/files/2021/12/31/194452_-.webp

Welatiyê bi navê Elî Xişman jî bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya gerîla bikin, ji ber ku îro li pêşberî serkeftineke misoger in û ji her demê zêdetir nêzîk bûye.

Elî Xişman xîtabî gerîla kir û got: "Hûn hêviya me û Kurdan in û hêza yekane ne ku  her çar parçeyên Kurdistanê diparzêin û em di wê baweriyê de ne hûn ê li dijî vî dewleta faşîst bi ser kevin."

ꞌEM JI SERKEFTINA GERÎLA BAWER INꞌ

Desthilata Tirk 29`ê Mijdara derbasbûyî cezayên nû li rêber Abdullah Ocalan birîn, ji wan heta 6 mehan dê bi parêzer re û 3 mehan bi malbatê re necive.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla, ji nîvê Nîsana derbasbûyî ve şerê qirkirinê dide meşandin.

/kr/uploads/files/2021/12/31/194408_-.webp

Cîhan Mistefa jî axivî û ev nirxandin kir: "Ji zêdetirî 23 salan ve, serokê me di tecrîdeke giran de ye, lê ruxmî vê yekê di fikirê xwe de azad e û îro bi fikirên xwe me ber bi ewlehiyê ve dibe. Em ji dewletên komploger re dibêjin, em gavan bi paş ve navêjin heta em serokê xwe ji aliyê fîzîkî ve rizgar bikin, her wiha çiqasî tecrîdê giran bikin jî ew ê nikaribin vîna me têk bibin."

Cîhan Mistefa ev li axaftina xwe zêde kir: "Em fedekariyên zarokên xwe li çiyayên Kurdistanê û serkeftinên pêk tînin pîroz dikin û divê gelê Kurd pêştgiriya wan bikin."

/kr/uploads/files/2021/12/31/194507_-2.webp

Ferîde Ehmed jî da zanîn ku armanca tecrîda giran a li ser rêber Ocalan û êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê, qirkirina gelê Kurd e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em dengê xwe bilind bikin û piştgiriya gerîla bikin. Em baş dizanin dê di dawiyê de gerîla bi ser bikevin."

(eh)

ANHA