​​​​​​​Cenazeyê du şehîdên êrişa li ser Zirganê hatin veşartin

Cenazeyên her du xwişkan, Cemala û Cewher Mûsa El-Nehar ên ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wên li ser gundê Esediyê de şehîd bûne, hatin veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê du şehîdên êrişa li ser Zirganê hatin veşartin
31 kanûn, 2021   13:28
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê cenazeyên her du xwişkan, Cemala û Cewher Mûsa El-Nehar ên ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wên li ser gundê Esediyê de şehîd bûn, spartin axê.

Hêzên dagirker duh ji baregehên xwe yên li rojhilatê Serêkaniyê de 10 gundên Zirganê dan ber topan, zêdeir 50 top li gundan ketine. Ji  Di encama êrişên li ser gundê Esediyê yê Zirganê de tevî her du xwişkan zarokê bi navê Elam Îsa yê 2 salî şehîd bûn. Her wiha 4 kesên din; Mihemed Îsa El-Elî (5), Mihemed Xelef (33), Mihemed Ebdulhemîd (1 sal) û Xişman Hesen Xelef birîndar bûn.

ANHA