​​​​​​​Gaziyên Efrînê dagirkerî û tevkariya PDK'ê şermezar kirin

Komeleya Fecir Efrîn a Gaziyan, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên PDK'ê şermezar kirin.

​​​​​​​Gaziyên Efrînê dagirkerî û tevkariya PDK'ê şermezar kirin
31 kanûn, 2021   13:00
ŞEHBA

Bi dehan endamên Komeleya Fecir Efrîn a Gaziyan a Herêma Efrînê li kampa Berxwedan a Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyek  nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re da.

Daxuyanî ji aliyê endamê komeleyê ve Ziyad Til Eran ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şeremzarkirin û hate gotin ku ev êrişên ku li pêşiya çavên hêzên navneteweyî û raya giştî têne kirin, tevahî biryarên navneteweyî derbas kirine.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişa hewayî ya dawî ya li ser Kobanê û hate gotin: " Ev êrişa faşîst a ku di van demên dawî de li Kobanê pêk hat, divê ji nedîtî ve neçe. Giyanê şehîdên me yên qehreman ji her biryar û peymanê mezintir e. Ya ku van peymanan binpê dike û dijminatiya tevahiya gelan dike, dewleta Tirk e. Bila civata navdewletî bizane ku em gelekî in ku bi sedan sal in rastî vê hovîtiyê tên. Ji niha û piştî ku gelê me ewqas fedekarî da, nabe ku ev zilm dewam bike."

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk tola binkeftina terorîstan hiltîne û wiha hate domadin: "Em ji cîhanê re teqez dikin ku dewleta Tirk tola endamên xwe yên terorîst hiltîne, ji ber vê yekê ew perwerde kirin û wan şandin Sûriyê. Nemaze piştî ku gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew çete ji herêmê paqij kirin, dewleta Tirk êrişên xwe yên rasterast dan destpêkirin da ku terorê zindî bike, projeya xwe ya osmanî li herêmê temam bike."

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi radestnkirina cenazeyên gerîlayên şehîd ji aliyê PDK'ê ve û hate gotin: "Em Komeleya Fecir a Gaziyan bang li aliyên têkildarî ên hikumeta Barzanî dikin ku sedema radestnkirina cenazeyên gerîlayên ku li hemberî êrişên barber ên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê şehîd bûne, zelal bike. Em dibînin ku hikumeta herêmê berpirsê her encamên neyên ku li ser gelê me û îradeya me ye. Em gel fêrî serkeftin, îrade û israra li ser perwerdeyê bûne. Mijara serkeftinê mijara şerefê ye. Îro me sekna şeref û serferaziyê  sekinîn. Navên me û navên şehîdên me di qadên navneteweyî de tên qalkirin. Madem ku kes hene ku di bin stêrka sor çek hildane, tu tirs li ser çarenûsa gelê me tuneye."

ANHA