​​​​​​​Di bomebebarana Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Balafirên Rûsya du êriş li derdora bajarokê Kefer Deriyan ê bi Lîwa Iskenderon re pêk anîn. Di encamê de du kes hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

​​​​​​​Di bomebebarana Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn
31 kanûn, 2021   13:37
NAVENDA ÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHR, balafirên Rûsya  li bakurê Idlibê du derbe li derdora herêma Kefer Deriyan a sînorî ya bi Lîwa Iskenderon re pêk anîn. Di êrişê çewilka mirîşkan bû hedef.

SOHR'ê diyar kir ku di bombebaranê de 2 kes hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Beriyê vê yekê, balafirên Rûsyayê du êriş li derdora Kensera û Bara yên çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê pêk anî. Heman demê balafirên wê li asîmanê "herêma bêçek" geriyan.