​​​​​​​YPJ: Bi hêza jinên berxwedêr wê sala 2022’an bibe sala azadiya gelan

Fermandariya Giştî  ya YPJ'ê bi boneya sala nû peyameke da û got: " banga me li hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ew e ku xwe bi fikir û felsefeya azadiyê re bi rêxistin bikin û hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin da ku em sala 2022’yan bi hêz û pêşengtiya jina azad bi serkeftinê ve tacîdar bikin."

​​​​​​​YPJ: Bi hêza jinên berxwedêr wê sala 2022’an bibe sala azadiya gelan
31 kanûn, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekitiyên Parastina Jin (YPJ) bi peyamek sala nû pîroz kir û got: " Ji îro şûnda jî weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, ji bo jiyanek azad û bi rumet çi erk û berpirsyariyê dikeve li  ser milê me, ji bo azadiya jin û civakê berdêlê wê çi dibe bila bibe em amade ne di asta herî jor de têkoşîn bikin da ku azadiya jin û civakê misoger bikin."

Peymana Fermandariya Giştî ya YPJ'ê wiha ye:

"Sala 2021’ an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên dagirkerî û her cure erişên dijminê dagirker bi awayekî bê navber dewam kirin. Di van erişan da gelek welatparêzên me yê hêja jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Fermandara me ya hêja Sosin Bîrhat û her wekî din rêhevalên me yên hêja şehîd ketin. Lê belê bi saya şehîdên me yên hêja, bi bîr û baweriya gelê me yê berxwedêr, îrade û ruhê fedayî yê şervanên azadîyê planên qirêj yên dijmin nikaribûn bi serbikevin. Li beramberî vê rastiyê em di serî de şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Dîsa ked û fedakariya gelê xwe ya ku bi pêşengtiya jinan de hat meşandin bi mînetdarî slav dikin.

Her wiha sala di 2021’ an li ser jinan bi taybet li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê zext, lêdan, kuştin, destdirêjî û her wekî din her cure êriş hatin pêkanîn. Li beramberî vê rastiyê pergala zilamsar bi bêdengî û erêkirina kiryarên bi vî rengî tundiya li ser jinan zêdetir kir û jiyan ji bo jinan vegerand dojehê. Li beramberî van erîşan li her qadên cîhanê jin li ser linga bûn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Bi taybet jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi yek girtina jinên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermen li beramberî erişên dagirkeriyê û hişmendiya baviksalarî bi awayekî bê navber tekoşîn kirin.

Ji bo têkoşîn û rêxistina ku li beramberî feraseta desthilatdar û pergala faşîst a dagirker mayînde bibe û tekoşîna azadiyê bigihîje serkeftinê pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi avakirina pergala parastina cewherî heye.  Em dibêjin êdî dema azadiya jin hatiye. Jin êdî xwedî bawerî, rêxistîn û artêş e. Di rastiya şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê de derket holê ku jin dikare pêşengtiya civaka demokratîk û azad bike.

Weke hezên parastina jin YPJ'ê pergala me ya parastina rewa bi xwîna hezaran şehîdan gihiştiye astekî û ji bo hemû jinên herêmê û cîhanê hêviyên mezin avakiriye. Ji îro şûnda jî weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, ji bo jiyanek azad û bi rumet çi erk û berpirsyariyê dikeve li  ser milê me, ji bo azadiya jin û civakê berdêlê wê çi dibe bila bibe em amade ne di asta herî jor de têkoşîn bikin da ku azadiya jin û civakê misoger bikin.

Bi wesîleya sala nû banga me li hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ew e ku xwe bi fikir û felsefeya azadiyê re bi rêxistin bikin û hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin da ku em sala 2022’yan bi hêz û pêşengtiya jina azad bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2022’yan li hemû mirovahiyê û tevahî jinên cîhanê yê kedkar û azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin; JIN JIYAN AZADÎ"

ANHA