Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 welatiyên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa 4 welatî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 welatiyên din revandin
31 kanûn, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin sûcên dermirovî bênavber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Fafitrînê yê navçeya Şêrawayê 4 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan, nave kesên hatine revandin wiha ne;- Ocalan Xelîl Şewtî, Husên Xelîl Şewtî, Casim Mihemed Qasmo û  Omer Diyab Diyab.

ANHA