Birayê şehîd Serdem Cûdî: Girtina deriyan vîna me naşkîne

Birayê şehîd Serdem Cûdî, Newaf Îbrahîm destnîşan kir ku PDK'ê bi girtina deriyên sînor wê neghêje armanca xwe ya bidawîkirina çalakiya wan û got: "Girtina deriyan vîna me naşkîne."

Birayê şehîd Serdem Cûdî: Girtina deriyan vîna me naşkîne
31 kanûn, 2021   11:51
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê  bi diruşmeyên  şermezarkirina xiyaneta PDK'ê herikîn bin konê çalakiyê. Şandeya meclisa malbatên şehîdan ji aliyê çalakgerên li bin kon ve hat pêşwazîkirin.

Birayê şehîd Serdem Cûdî , Newaf Îbrahîm axivî û got, çalakiya kon ket roja xwe ya 88'an. Bi şev û bi roj dewam dike heta ku cenazeyê şehîdan werin radestkirin. Her wha Newaf Îbrahîm sedema radestnekirina cenazeyên şehîdan pirsî.

Îbrahîm anî ziman ku bersiva PDK'ê ya ji daxwazên çalakgeran, girtina deriyê Sêmalkayê bû û wiha domand: "Heger armanca PDK'ê parçekirin û belavkirina me ye, ev tişt wê pêk neyê, ji ber ku  em şopdarên fikir û felsfeya rêbertî ne. Tu kes nikare vîna me bişkîne. Girtiya deriyên sînor nikare îradeya me têk bibe, lê belê israra me ya têkoşîn û şopandina xeta şehîdan zêdetir dike."

Birayê şehîd Serdem Cûdî got: "Girtina deriyên sînor dûrî nirxên mirovahiyê ye. PDK'ê baş dizane ku girtina deriyan bandor li morale gel nake û vîna wê naşkîne."

Newaf Îbrahîm di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

ANHA