‘Divê dewleta Tirk bê cezakirin’

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Nayîle Mehmûd da zanîn ku ji dagirkirina Efrînê heta niha zêdetirî hezar jin hatine revandin, 85 jin hatine kuştin, 6 jin jî ji ber îşkenceyên çeteyên dewleta Tirk dawî li jiyana xwe aniye û got divê ji ber van sûc û kiryaran dewleta Tirk bê cezakirin.

‘Divê dewleta Tirk bê cezakirin’
31 kanûn, 2021   07:54
LEYLA LORÎN

Ji dagirkirina Efrînê heta niha çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li ser erdnîgariya bajarê Efrînê û li ser şêniyên wê, êriş, sûc û kiryarên derveyî sincê mirovahiyê pêk tînin.

Tevî ku raya giştî ya cîhanê û saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî, ji van sûc û kiryarên dewleta Tirk agahdar in, lê hîn jî bê deng in.

Têkildarî mijarê endama Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Nayîle Mehmûd ji ajansa me re axivî.

‘HERÎ ZÊDE JINAN DIKIN HEDEF’

Nayîle Mehmûd bal kişand li ser binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî û wiha axivî: ”Ji roja dagirkirina Efrînê heta niha gelek binpêkirinên dermirovî li ser xelkê Efrînê pêk hatine. Kuştin, revandin, lêdan, tecawiz, zindanîkirin, herî zêde li ser jinan hatine kirin.”

Nayîle diyar kir ku wek Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê, rojane sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê dişopînin û bi raya giştî ya cihanê re vê şerma mirovahiyê parve dikin ku dewleta Tirk a faşîst û qirker bê cezakirin.  

Nayîle Mehmûd di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk bi destên hêzên hegemon ên cîhanê û bi desteka hêzên noker, planên dagirkirina Efrînê pêk anîn, gelê Efrînê bi darê zorê koçber kirin. Ev nêzî 4 sal e jî li hemberî erdnîgariya bajarê Efrînê û xelkê Efrînê sûc û kiryarên derveyî sinca mirovahiyê li ser şêniyên Efrînê pêk tînin.”

Nayîle Mehmûd destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk herî zêde jinên Kurd dike hedef. Ji dagirkirina Efrînê heta niha zêdetirî hezar jin hatine revandin, 85 jin hatine kuştin, 6 jinan ji ber îşkenceyên çeteyên dewleta Tirk, dawî li jiyana xwe anîne.

Nayîle Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk, di şexsê Efrînê de qirkirina Kurdan pêk tîne û wiha pê de çû: “Armanca dewleta Tirk, yek Kurd li Efrînê nemîne û xeyalên bapîrên xwe Osmaniyan li Efrînê pêk bîne. Da ku pergala xwe ya qirker û faşîst ava bike”  

Di dawiyê de Nayîle Mehmûd bang li hemû saziyên mafên mirovan û cîhanê kir ku hemû sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê bi çavên xwe bibîne û were tekezkirin ji bo ku dewleta Tirk li ser bingehê wê were sizakirin û ji cihên ku dagirkirî were derxistin û jiyaneke ewle li Efrînê were avakirin.