‘Em ê di sala nû de jî ji bo têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin’

Bi boneya sala nû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên xwe anîn ziman û got ew ê ji bo têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin da ku koçber vegerin warên xwe û hêvî kir ku sala nû bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

‘Em ê di sala nû de jî ji bo têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin’
31 kanûn, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên xwe yên ji sala nû anîn ziman. Welatiyan hêvî kir ku 2022’yan artêşa Tirk ji Sûriyê derkeve û hîn zêdetir ewlehî û îstiqrar li herêmê misoger bibe, her wiha dawî li azara sûriyan were û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

Ciwanê ji Reqayê Mihemed Xêr sersala pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû ji bo hemû sûriyan, bibe saleke ewle. Mihemed Xêr hêvî kir ku koçber di sala nû de vegerin warên xwe û projeyên nû hebin û dawî li şerê heyî were.

Hêviyên Heyat Şêxo ya ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji hêviyên Mihemed Xêr ne cudatir bûn û hêvî kir ku sala bê yekitiya gelan xurttir bibe da ku bihêztir bibin û azadiya rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî misoger bibe û hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rizgar bibin û Efrîn li xwediyên xwe vegere.

Heyat Şêxo anî ziman ku divê sala bê Kurd werin naskirin û îtîrafê bi hebûna wan a li ser xakê bê kirin.

Mehmûd Yusif ê ji Tebqayê hêviya xwe anî ziman û got: "Ez hêvî dikim ku sala bê hezkirin û aştî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de misoger bibe."

Xwendekara Zanîngeha Kobanê Rojîn Henîf hêviya saleke bêêş kir û wiha got: "Li gel dagirkirina herêmên Sûriyê û êrişên li dijî wê ji hêla dewleta Tirk ve, her wiha belavbûna vîrusa Koronayê, gelê me gelek zehmetî kişandin. Bi wê re hêvî dikim ku di sala nû de dawî li dagirkeriyê were û em azadiyê bi dest bixin."

Ciwanê Suryanî Gabriel Hena yê ji navçeya Tirbespiyê axivî û got: "Di 2021`an de me gelekî zehmetî kişandin, em bi êrişên dagirkeriyê re rû bi rû man û di rêya azadiyê de, gelek şehîd dan, li aliyekî din jî ambargo li ser me hate ferzkirin, ji lew re saleke dijwar bû."

Gabriel Hena hêvî kir ku sala nû ji ya berê baştir be û aştî li herêmên wan misoger bibe.

(eh)

ANHA