Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî

Di encama  êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên salekê yên li dijî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê de 13 sivîl şehîd bûn û 27 birîndar bûn. Her wiha 5 gund hatin valakirin. Rêveberiya Kantona Girê Spî bang li civata navneteweyî kir ku zexetê li dewleta Tirk bike da ku sûcên xwe rawestîne.

Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
Di nava salekê de sûcên dagirkeran ên li Eyn Îsa û Girê Spî
31 kanûn, 2021   06:40
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî bajar û gundên nêzî eniyên şer didomînin.  Ji ber van êrişan windahiyên canî û madî çêdikin.

Ji dema dagirkirina kantona Girê Spî ve dewleta Tirk a dagirker gundên nêzî xetên şer topbaran dike. Ji gundên ku zêdetir têne topbarankirin ev in "Xirbit Beqer, Erîde, Sewan, Kor Hesen, Dibis, Hoşan, Seyda, Mieleq û Xalidiyê."

Dagirkeran li gundên Sefawiyê, Hidriyat û Dibis ên Eyn Îsayê komkujî pêk anîne û di encamê de ji malbatan gelek kes bûn qurbanî.

Nûçegihanên me sûc û komkujiyên ku artêşa Tirk 2021`ê pêk anîn şopand. Li gorî vê yekê hejmara şehîdan jî gihaşt 13 kesan. Navên şehîdan ev in, Mecîd Îbrahîm El-Ewed, Ronî Bakur Mihemed, Îman Salih Semo, Mehmûd Himêdî El-Xelîl, Zeyd Xelef El-Îsa, Malik El-Miharib El-Himêdî, Îdan Hemed El-Imêrî, Xemûs El-Beselî, Hemed El-Xinês El-Cerbû. Di nav wan de 4 zarok jî hebûn ku ew jî, Ehmed Îbrahîm El-Rehîm (12), Ziyad Zeyd El-Xelef (12), Huda Zeyd El-Xelef (9) û Muna Zeyd El-Xelef (7) ne.

Hejmara birîndaran jî gihaşt 27`an ku ew jî ev in "Qusey El-Hesen, Letîfe Şedad, Fehed Şewax, Ebdurehîm Mihemed El-Hemed, Zehra Salih El-Semo, Necîb Îbrahîm Hemîd, Ezîz Cexêdîm, Mihemed Hesen El-Mihemed, Ebdulkerîm Şelaş, Ezîze Şewket Bozan, Xîtam Hîlal El-Şebher, Mîzer Îsmaîl El-Îsa, Şiyar Îbrahîm El-Îsa, Eyhem Omer Ehmed, Yasir Yusif Heco, Zeyneb Mihemed Şerîf, Mihemed Şerîf El-Ewed, Terfe Merî El-Naşî, Mihemed Fayîz El-Menfî, Hisên Mihemed Ebid, Hafiz Elî Nayîf, Mîmatî Ehmed Îbrahîm, Ebdulxenî Musa Dabûl, Luqman Feysel Sibhî." Di nav wan de 3 zarok hene; Emîne Necîb a 7 salî, Seyde Zeyd Xelef yek salî, Reşîd Hesen Xelef ê 11 salî.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarê kantonê û derdora navçeya Eyn Îsa li pêşberî "Garantorê rûsî" didome. Rûsyayê piştî civîna Soçî ya 22`ê Cotmeha 2019`an wekî garantorê agirbestê hate diyarkirin û hêzên xwe li ser dirêjahiya xetên şer ên bi dijminê Tirk û li ser rêya navneteweyî ya M4`ê, bi cih kir.

/ar/uploads/files/2021/12/30/194429_lyla-mshw.webp

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo axivî û got, êrişên dewleta Tirk dê bide sedema ku hîn zêdetir sivîl bibin qurban. Her wiha îşaret pê kir ku "garantorê rûsî" ji dema li herêmê hatiye bicihkirin ve, li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker tu helwestan nîşan nade.

Leyla Mişo bang li civata navneteweyî û "garantorê rûsî" kir ku li hemberî êrişên hovane yên artêşa Tirk yekser tev bigire.

Her wiha ji ber êrişên hêzên dagirker gelek ziyanên madî jî çêbûn, ji wan zêdetirî 113 mal hatin hilweşandin, 5 gund "Seyda, Mieleq, Hoşan, Sewan û Erîde" bi temamî hatin valakrin, piştî ku piranî mal hatin topbarankirin û bi hezaran hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitndin.

(eh)

ANHA