Desteyên Tenduristî û Aborî projeyên sala nû eşkere kirin

Desteya Aborî û Çandiniyê di sala 2021`an de hewl da rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, ambargoya ku li ser herêmê tê ferzkirin, barê desteyê zêde kir. Desteya Tenduristiyê jî hewl da rewşa tenduristiyê bi pêş bixe û belavbûna vîrusa Koronayê tevî kêmbûna derfetan sînordar kir.

Desteyên Tenduristî û Aborî projeyên sala nû eşkere kirin
30 kanûn, 2021   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Di sala 2021`an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de gelek destkeftî pêk anîn, girîngî da qadên tenduristî û aborî. Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa û hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo xebatên Rêveberiya Xweser ên sala 2021`an nirxandin û projeyên sala 2022`an eşkere kirin.

Ciwan Mistefa diyar kir ku sala 2021`an li tevahî cîhanê bi sala tenduristiyê hate naskirin, li tevahî cîhanê piştî belavbûna vîrusa Koronayê ku bi hezeran kesan jiyana xwe ji dest da, aloziyeke mezin derket holê.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên ku zehmetiyên tenduristî kişandin û wiha got: "Tevî kêmbûna derfetan û bangên li civaka navneteweyî ku deriyên mirovî vekin û alîkariyan derbas bikin, di sala 2021`an de Desteya Tenduristiyê bi hevkariya sazî û rêxistinên tenduristiyê yên herêmê li hember pêlên vîrusa Koronayê sekinîn, belavbûna wê sînordar kir."

Ciwan Mistefa wiha domand: "Herêm ji sala beriya 11 salan ve di nava rewşeke şer de ye. Binsaziya wê nexasim saziyên tenduristiyê heta asteke mezin hilweşiy. Tevî vê yekê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ii hember hemû zehemtiyan sekinîn."

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em derbasî sala 2022`an de bin. Aloziya Koronayê hê jî heye. Pêwîstiya herêmê bi derfetên tenduristî heye. Desteya Tenduristiyê xebatên xwe didomîne da ku hemû pêwîstiyên tenduristî peyda bike û ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê li herêmê, dixebite."

'DESTEYA TENDURISTIYÊ HEWL DA REWŞA TENDURISTIYÊ PÊŞ BIXE'

Mistefa diyar kir ku Desteya Tenduristiyê hewl da rewşa tenduristiyê li herêmê bi pêş bixe û wiha domand: "Yek ji xebatên wê; vekirina Nexweşxaneya Dil û Çav li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna emeliyên dil ên vekirî ku yekemîn car li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê çêkirin, nexweşxaneyê di nava salekê de 65 neştergerî (emeliyet) çêkir û ev jî destkeftiyeke mezin a qada tenduristiyê ye."

Mistefa destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê li gorî pêwîstiyê nexweşxane li herêmê vekir û wiha pêde çû: "Ji ber pêwîstiya pêkhateyên herêma Qamişlo bi nexweşxaneya şûştina gurçikan desteyê nexweşxane li bajar vekir. Li herêmên Dêrazorê jî ji bo sivikirina barê welatiyan nexweşxaneyên Hecîn û Firatê hatin sererastkirin. Her yek ji wan dikare xizmeta ji 200 heta 250 kesî bike. Her wiha destekdayîn ji nexweşxaneyên Reqayê re hate dayîn nexasim ên şûştina gurçikan."

Ciwan Mistefa got, li tevahî Sûriyê di nav de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şerê ku ji beriya 11 salan ve li welat rû dide, sîstema tenduristiyê hilweşiyaye û wiha axivî: "Em ji bo sîstemeke tenduristî nû û li gorî pîvanên navneteweyî û rêxistina tenduristiyê ya cîhanê, dixebitin."

Ciwan Mistefa planên Desteya Tenduristiyê ya sala 2022`an eşkere kir û wiha got: "Ji planên me yên sala bê, avakirina sîstema ambulans li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên vekirina beşên din ên nexweşxanaya Dil û Çav weke çêkirina neştergeriyên dil ên zarokan, dayîna korne û xebatên ji bo avakirina nexweşxaneya gel Ii bajarê Kobanê."

Ciwan Mistefa di berdewamiya axaftina xwe wiha axivî: "Em dixwazin gavên mezintir biavêjin, lê cîhan zane ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve di nava dorpêçê de ne. Em di derbaskirina alavên tenduristiyê de zehemtiyên dibînin. Tevî vê yekê jî gelên herêmên bi hevkariya Desteya Tenduristiyê li hember hemû zehmet û karesatên li herêmê, disekinin."

Mistefa destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2022`an de dê hewl bide ku hêviyên gelê herêmê di aliyê tenduristî de bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku sîstema tenduristî li gorî pîvanên navneteweyî were avakirin."

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo jî têkildarî qada aborî ya sala 2021'an got: "Mirov nikare şerê ku zêdetirî 10 salan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev cûda bike. Bandora vî şerî li herêmên me heye. Di encama wê de binesazî û praniya kargeh û saziyên xwedî bandor di aliyê aboriyê de hatin hilweşandin."

'GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇER Û QANÛNA QEYSER BANDOREKE NEYÎNÎ LI HERÊMÊ KIR'

Barûdo îşaret pê kir ku vîrusa Korona, girtina deriyan û qanûna Qeyser bandoreke neynî li aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha domand: "Pêwîstiya mijara jinûve avakirin û serastkirina binesaziyê bi sermayeyeke mezin û teknolojiya pêşketî heye. Qanûna Qeyser û girtina deriyê Til Koçer bû sedem ku gelek veberhêner û kargeh di herêmên me de nexebitin."

Têkildarî destkeftiyên sala 2021`an de Barûdo got: "Li gorî derfetên me û li gorî porjeya sala 2021`an; di destpêka salê de kargeha zeytê hate vekirin. Ev kargeh gelek zeyta nebatî Weke zeyta pembo, gulberoj, fûla soya û garisê zer derdixe. Ji bermahiyên van zeytan jî sabûn û rûnê nebatî tê çêkirin û ji bermahiyên pembo êmê sewalan tê çêkirin. Ev kargeh niha tenê bi tovên pembo dixebite, ji ber praniya berhemên garisê zer û gulberoj wekê êm in, ne zeytî ne, ji ber wê jî di sala 2021`an de tovên gulberoj, fûla soya, garisê zer anî û ji bo berhemên xwe bidin kargeha zeytê pêşkêşî cotkaran hate kirin da ku karibin hemû zeytên nebatî çêkin."

Selman Barûdo diyar kir ku kargeh li gorî 3 danan dikare ji 270 heta 300 hezar ton berhem derxîne û zêdetirî 300 xebatkar têde dixebite.

Ji bo arvan û destekdayîna ji firnan re Barûdo wiha got: "Ji bo pêkanîna pêwîstiyên firnan aş hatin avakirin, ji wan aşê li Reqa, aşê li Hetîn a Abûdî ku dikare 200 ton arvan çêke, aşê li Dêrazorê dikare 150 ton arvan çêke. Her wiha depoyên tovan weke depoyên Sebah El-Xêr li Hesekê û ya Sirîn li Kobanê hatin sererastkirin."

Barûdo di axaftina xwe de îşaret bi projeya jinûve serestkirina cihên xwedîkirina mirîşkan a li Ebû Qibê ya girêdayî herêma Tebqayê kir û got, ji bo vê hemû pêwîstiyên wan ji elef, dermanê beytar tên peydakirin. Her wiha diyar kir ku kargeha mast û penêr li Dêrikê ya kantona Qamişlo hate vekirin ku dikare 5 ton berhem derxîne. Di vê kargehê de nêzî 50 xebatkar dixebitin.

Di sala 2021`an de Desteya Aborî destek da cotkaran, tov, semad, sotemenî li wan belav kir, hemû berhemên wan nexasim genim, ceh û garisê zer ji wan kirî, cihê pembo li Hesekê sererastkir û di 5`ê Kanûnê de hate vekirin, 3 danan dixebite, derfetê kar ji 500 xebatkarî re peyda kir û berhema wê rojane 6 ton e.

'KÊMBÛNA BARANÊ Û RÊJEYA AVA FIRATÊ Û HIŞKESALIYÊ BANDOR LI ÇANDINIYÊ KIR'

Selman Barûdo di axaftina xwe behsa astengiyên ku di sala 2021`an rastî desteyê hat, nexasim ên girêdayî peydakirina tovên genim, semad bi hemû cûreyên wê ji ber dorpêça ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê ferzkirin. Barûdo îşaret pê kir ku "Kêmbûna baranê, kêmkirina rêjeya ava Firatê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qutkirin bandoreke mezin li çandiniya genim bi taybet hate kirin, ji ber wê jî mewsim paşde ket, kêmbûna tovan di depoyan de û peydakirina arvan, asteng kir."

Girêdayî xwedîkirina masiyan Barûdo anî ziman ku destekê didin projeya hawizan li Tebqayê ku ji projeyên girînge, xwetêrkirinê ji sûkcên herêmî re pêk tîne.

PLANSAZÎ

Selman Barûdo teqez kir ku gelek projeyên sala 2022`an hene, ji wan avakirina laboratoreyeke navendî ji bo kontrolkirina dermanên çandinî, beytarî û madeyên xwarinê, her wiha vekirina kargeha kaxez ku di nava çend mehan de dê bi dawî bibe.

Barûdo girêdayî kargeha mast û penêr teqez kir ku Desteya Aborî dê cihê xwedîkirina çêlekan ava bike.

(bx)

ANHA