Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan

Têkildarî geşedanên li herêmê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê bi şêx û rûspiyên eşîrên herêmê re civiyan.

Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan
Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan
Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan
Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan
Rêveberiya Minbicê bi şêx û rûspiyên eşîran re civiyan
29 kanûn, 2021   14:27
MINBIC

Civîn bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û saziyên leşkerî yên Minbicê û gundewarê wê, şêx û rûpiyên eşîrên wê li hola navenda Çand û Hunerê ya navnerasta bajêr hate lidarxistin.

Destpêka civînê endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Cahîd Hesen rewşa siyasî nirxandin, îşaret bi geşedanên dawî yên li herêmê, gef û êriş, ambargo û hewldanên derxistina fitneyan kir.

Cahîd Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Gotegotên demên dawî yên têkildarî radestkirina bajarê Minbic û gundewarê wê belav bûn, tevde cureyên şerên taybet in, em naxwazin gel an jî şêxên eşîran li gotegotên wiha guhdarî bikin. Gefên li ser herêmê ji hemû aliyan ve berdewam dike. Divê em li ber xwe bidin û parastina erda xwe bikin."

Hesen şantejkirina rûsî rexne kir û wiha dewam kir: "Rûsya zêdetirî carekê banga radestkirina Minbicê ji hikumeta Şamê re kir an jî dê Tirkiyê têkevê û dagir bike, lê Rûsan dikarîbû bigota em şerê dagirkeriyê bikin li şûna ku gefan bixwe."

Cahîd Hesen bi domdarî got: "Ger em bixwazin bi hikumetê re diyalogan li dar bixin, ji xwe şert û sedemên me hene, belê bi Tirkiyê re em nikarin ji ber ku li Sûriyê dewleteke dagirker e."

Endamê Meclisa  Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji sedemên binketina qadên navneteweyî û komîteya destûrê, tevlênebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji lew re em dixwazin 2022`an Rêveberiya Xweser jî aliyek be."

Di dawiyê de beşdaran nîqaşa rewşa herêmê û rola rûspî û şêxên eşîran di rêvebirina civakan de kir.

(eh(