Mihemed Şahîn di bernameya ANHA`yê de wê planên dagirkeran binirxîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn êriş û planên dagirkeran wê êvarê di bernameya taybet a ANHA`yê de binirxîne.

Mihemed Şahîn di bernameya ANHA`yê de wê planên dagirkeran binirxîne
29 kanûn, 2021   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN  

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de 5 ciwan şehîd bûn. Derdora wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyên hêzên Iraqê ve bi têlan tê dorpêçkirin. Li Şengalê heman demê xeteriya êrişan berdewam dike. Deriyê Sêmalka heya niha girtiye û li Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din jî êrîş bê navber berdewamin. Her wiha duh êriş li ser bûroya HDP`ê a li bajarê Stanbolê pêk hat.

ARMANCA VÊ TEVGERA DAGIRKERAN ÇI YE?

Dixwazin li Kobanê çi bikin? Armanca van êrişan çi ye? Dewleta Tirk agahiyên îstixbaratî ji kî digre? Helwesta hêzên garantor yên li herêmê li dijî êrişa dewleta Tirk çi bû?

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wê vê êvarê di saet 20.00`an de wê di bernameya taybet a ANHA`yê de bersiva van pirsan bide.

Bernameya taybet saet 20:00'an li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malper ajansa me û hesabên wê yên medya sanal wê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernameyê bişopînin;

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA