Yekitiya Xwendekaran û ciwanên PYD'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Yekitiya Xwendekaran û Ciwanên PYD'ê yên Reqayê bi daxuyaniyan êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 5 ciwanên şoreşger şehîd bûn, şermezar kirin.

Yekitiya Xwendekaran û ciwanên PYD'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
29 kanûn, 2021   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Yekitiya Xwendekaran bi beşdarbûna bi sedan xwendekarên Zanîngeha Koabnê li ber avahiya zanîngehê hate xwnedin. Xwendekar Rojîn Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, ev êriş berdewama êrişên DAIŞ'ê ne û cîhan dizane ku dewleta Tirk xwedî heman zihniyeta DAIŞ'ê ye.

Xwendekaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk ji destpêka avabûna wê ve terorê li dijî gelê Kurd dimeşîne û DAIŞ'ê yek ji berhemên tundiya dewleta Tirk û hovîtiya wê ye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişa li dijî ciwanên şoreger ên Kobanê û wiha hate domandin: "Ew şehîd di her kêliyekê de ji bo şoreşgê kar kirin. Ji ber ku dizanîn ku bi ciwanan welat ava dibin û pêşdikevin, ji lewra  di oxira jiyaneke ewle û bi rûmet ji bo nifşên pêşerojê de canê xwe dan. Xwendekaran Zanîngeha Rojava bi şehîdên xwe serbilind in û soz didin ku xeta wan bişopînin. Ciwan dê li hemberî dagirkeriyê biser bikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê, zanyar, xwendekar û rewşenbîran hate kirin ku li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk bisekinin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, xwendekaran bi diruşmeyên şeremzaririna êrişên dagirkeriya Tirk û xiyanetê û dilsoziya bi şehîdan re meşek li dar xist.

Li Reqa jî ciwanên PYD'ê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Elem a naverasta bajar ji aliyê endamê PYD'ê Udey Rebah ve hate xwendin.

Di daxuayniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê, Qamişlo, Til Temir û Zirganê hatin şermezarkirin û hate gotin, armanc ji van sûcan belavkirina tirsê, valakirina herêmê ji niştecihên wê û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin dawî li sûcên Tirkiyê werine.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em soz didin gelên herêma xwe ku em amade ne berisva her êrişekê li ser xaka xwe bidin û bi rihê ciwanên şoreşger em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin."

ANHA