Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û sûcên li dijî girtiyan şermezar kir.

Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
28 kanûn, 2021   13:17
ŞEHBA

Îro bi dehan endamên Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya Meclisa Navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê kom bûn. Beşdaran alên Meclisa Jina Azad a Şehbayê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, girtiyên siyasetmedar û pankartên "Dem dema azadiyê ye " rakirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jina Azad Nazliyê Elî û Cîhan Kosa ve hate xwendin.

Meclisa Jina Azad di daxuyaniya xwe de îşaret bi kirîza sîstema kapîtalizma cîhanê pê re rû bi rû ye kir û got, bi rêya qirkirina komî, şerên bi hemû rêbazan û kaosê dixweze vê yekê binixumîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên kapîtalizm û dîktator li dijî rêberê azadiyê û demokrasiyê û li dijî hemû girtiyên di girtîgehên faşîzma Tirk de li hev kirine, isbata vê yekê jî, tecrîda giran a li ser rêber Ocalan e û binpêkirina hiquqan e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev xal hate gotin: "Dagirkeriya Tirk bi siyaseta sîstematîk û bi hevkariya bi PDK`ê re komployan pêk tîne, da ku Rêveberiya Xweser bi girtina dergehan û derxistina fitneyan lawaz bike. Her wiha li dijî sivîlan siyaseta şantaj û tirsandinê dide meşandin, ji lew re sivîlan, siyasetmedaran û rêveberan hedef digire."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan hêviyeke mezin li gel  hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê çêkir.

Di dawiya daxuyaniyê de hemû komkujî û qirkirin û tecrîda li ser rêberê neteweyî, rêber Ocalan hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî, hiquqnas û û navneteweyî hate kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.

(eh)

ANHA