Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan

Pêkhateyên bajarê Hesekê di xwepêşandanekê de êrişên dagirkeriyê yên li ser navçeyên Zirgan, Til Temir û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û polîtîkeyên koçberkirinê, şermezar kirin.

Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
Şêniyên Hesekê li dijî êrişên Tirkiyê û polîtîkeyên koçberkirinê meşiyan
28 kanûn, 2021   13:00
HESEKÊ

Xwepêşandan ji Pira Muftî ya li taxa Til Hecer dest pê kir û heya çarxerêya Şehîd Serhed dewam kir.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, her wiha pankartên "kuştin û wêrankirinê rawestînin", hilgirtin rakirin.

Xwepêşandêr li Çarxerêya Şehîd Serhed veguhirî mîtîngê. Piştre Berdevka Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê Nisrîn Mihemed êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Nisrîn Mihemed da zanîn ku tirsa dagirkeriya Tirk ji projeya neteweya demokratîk a li herêmê heye, ji ber vê yekê jî êrişên xwe yên li ser herêmên Zirgan û Til Temirê zêde kiriye û bi balafirên bêmirov bajarê Kobanê bombebaran kir.

Nisrîn Mihemed wiha lê zêde kir: "Projeya ku ji felsefe û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan derketiye, wê her tim bi hêz û îrade li dijî dagirkerî û ziyasetên wê yên faşîst raweste."

Nisrîn Mihemed di dawiya axaftina xwe de peyamek ji dagirkeriya dewleta Tirk re şand û wiha got: " Her çiqasî dagirkeriya Tirk êrişî axa me bike, em ê li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk a kantona Hesekê Şiyar Hec Fetah jî axivî û diyar kir ku armanca êriş û sûcên berdewam ên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qirkirina vîna wan e.

Şiyar Hec Fetah wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk, em ê ax û gelê xwe biparêzin."

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(dx)

ANHA