Bedran Çiya Kurd geşedanên siyasî yên sala 2021'an li Sûriyê dinirxîne

Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd wê îşev bi bernameyeke taybet, rewşa diplomatîk, aborî, xizmetguzarî û planên sala nû ya Rêveberiya Xweser, binirxîne.

Bedran Çiya Kurd geşedanên siyasî yên sala 2021'an li Sûriyê dinirxîne
28 kanûn, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me wê îşev bernameyeke taybet bi Bedran Çiya Kurd re der barê, xebatên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser di sala 2021'an de û civînên navneteweyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, her wiha dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriye û xebatên Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina pirsgirêkên aborî û xizmetguzariyê, çêbike.

Di heman demê de, wê dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên girtî û malbatên wan ên li kampan,  rewşa Sûriyê ya sala 2021'an û diyaloga Sûriyê û hewldanên Rûsya ji bo lidarxistina civînan di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, planên Rêveberiya Xweser ji bo sala nû û projeyên wê yên stratîjîk, were nîqaşkirin.

Hûn dikarin bernameya ku wê bi zimanê erebî bê weşandin îro di saet 20.00 de bi dema Qamişlo bi rêya van lînkên jêrîn bişopînin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar

 (dx)

ANHA