Hêzên iraqî hewl didin bi têlan wargeha Mexmûrê dorpêç bikin

Hêzên Iraqê serê vê sibehê ji nişka ve berê xwe dan Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Hêzên çekdar ên Iraqê xwestin bi têlan wargehê dorpêç bikin.

Hêzên iraqî hewl didin bi têlan wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
27 kanûn, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê wargehê piştî ku bi vê hewldanê hesiya li navenda wargehê li hev civiyan.

Hevserokê Meclisa Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi seytereya Iraqê ve meşiya û nerazîbûn nîşan da.

Şandeyek ji rayedarên Iraqê û nûnerên wargeha Mexmûrê dest bi hevdîtinan kir.

Rewşa aloz dewam dike.