Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê soza dewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirkiye da

Meclisa ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê li Reqayê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li Kobanê şermezar kir û soza dewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirkiye da.

Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê soza dewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirkiye da
27 kanûn, 2021   10:10
REQA

Daxuyanî li ber navenda meclisa ciwanan a li taxa Sukne ya Reqayê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê li Reqayê Miwefiq Ismaîl ve hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de, êrişên dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov li dijî malên sivîl ên li Kobanê şermezar kir.

Meclisê da zanîn ku sîstema Tirkiyê di karnameya wê de sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan tijî ye.

Meclisê bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hemû rêxistinên mafên mirovan li cîhanê kir ku erkên yên xwe yên exlaqî û qanûnî li pêşiya van êrişên hovane yên li dijî sivîlan, pêk bînin û rijandina xwînê rawestînin.

Meclisê got:"Ev metoda dijminahiyê ya ku dewleta Tirk bikar tîne, me ji rêwîstiya avakirin û rizgarkirinê heta pêkanîna armancên şoreşa xwe, dûr naxe."

ANHA