​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN

Bi beşdarbûna pêkhateyên tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, merasîma oxirkirina şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir.

​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Merasîma oxirkirina şehîdên Kobanê dest pê kir- HATE NÛKIRIN
27 kanûn, 2021   11:05
KOBANÊ

Bi hezaran kes li ser rêya Helebê kom bûn, cenazeyên şehîdan Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa hildan û berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bûbûn. Cenazeyên Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle duh êvarî li navçeya Eyn Îsayê hatin veşartin.

Ji bo oxirkirina şehîdan ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî hatine Kobanê.

Tê payîn ku merasîmekî xiyabî ji Welat Yilmaz were lidarxistin, ku demek berê dema erka xwe pêk dianî şehîd bûn.

ANHA