Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne

Rêveberiya Xweser bi vekirina peymangehên gihandina mamosteyan û li gorî bername û sîstemên zanîngehên nû hewldana avakirina perwerdeyeke baş dike.

Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
Desteya Perwerdeyê vekirina peymangehên mamosteyan didomîne
27 kanûn, 2021   08:30
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji bo gihandina kadroyên perwerdeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara mamosteyan zêde bibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên xwe peymangeheke nû ya mamosteyan vekir.

9`ê Kanûna 2021`ê li bajarê Hesekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser peymangeke mamosteyan, vekir.

Li herêma Cizîrê ev yekemîn peymangeh e tê vekirin û li herêmên Rêveberiya Xweser piştî peymangehên Reqa û Minbicê ev a sêyemîn e.

Li gorî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko, Rêveberiya Xweser bi vekirina van peymangehan armanc dike qada perwerdeyê bi pêş bixe û li herêmê zanisteke baş û perwerdeyeke profesyonel ava bike.

Têkildarî hewcedariya bi vê peymangehê hevserokê Peymangeha Gihandina Mamosteyan a Hesekê Azad Mehmûd axivî û got: "Ji ber ku pêwîstiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi navendên gihandina kadroyên perwerdeyê hebû û mamoste baş werin amadekirin. Li hemû bajarên cîhanê dema encamên giştî yên bakelorya û encamên mufadeleyê derdikevin, hin xwendekarên ku pileyên wan rê nade wan ku derbasî zanîngehan bibin hene û ji ber vê yekê navên xwe di peymangehan de tomar dikin."

Peymangeh ji 7 beşên sereke pêk tên ku ew jî zimanê kurdî, zimanê îngilîzî, zanist (fîzîk û kîmya), wênexêzî, werzîş û matematîk in.

244 xwendekar li peymangehê hene û li ser materyalên Rêveberiya Xweser ên bi zimanê kurdî û erebî perwerde dibin. Di peymangehê de 25 mamosteyên pispor waneyan didin.

Azad Mehmûd piştrast kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo peymangeh û zanîngehên xwe materyalên herî pêşketî hilbijartine.

Dema xwendinê li Peymangeha Mamosteyan 2 sal e û li ser 5 werzan hatiye dabeşkirin. Der barê mamostetiyê de Azad Mehmûd got: "Peymangeha Mamosteyan xwendekaran di hemû aliyên zanistî û pratîkî de amade dike."

Li peymangehê rêbazên herî pêşketî tên meşandin, rojane 3 semîner tên dayîn û sîstema wan jî li gorî werzan tê guhartin.

Xwendekara beşa zimanê kurdî Cahde Îso kêfxweşiya anî ziman û dibêje ew li ser tevlêbûna Peymangeha Mamosteyan gelekî kêfxweş e ji ber ku derfet jê re çêkir ku xwendina xwe berdewam bike, her wiha ji ber ku bi zimanê xwe fêr dibe.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Cizîrê dê peymangeheke din veke, lê dema wê diyar nekir. Bi vî awayî dê hejmara peymangehan bibe 4.

(eh)

ANHA