Rojnameyên erebî: Parlamenterên amerîkî siyaseta Biden li Sûriyê rexne kir

Rojnameyên erebî têkildarî rewşên Sûriye, Lîbyayê û Sûdanê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Parlamenterên amerîkî siyaseta Biden li Sûriyê rexne kir
Rojnameyên erebî: Parlamenterên amerîkî siyaseta Biden li Sûriyê rexne kir
Rojnameyên erebî: Parlamenterên amerîkî siyaseta Biden li Sûriyê rexne kir
27 kanûn, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

'SIYASETA BIDEN LI SÛRIYÊ TENÊ DAXUYANIYÊN ÇAPEMENIYÊ YE'

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsand: "Endamê Partiya Komarparêz French Hill siyaseta serokê Amerîkayê Joe Biden ên têkildarî krîza Sûriyê rexne kir û got ew ji daxuyaniyên çapemeniyê û daxuyaniyên li ser Twitterê derbas nake. Her wiha daxwaz kir ku stratejî û siyaseteke zelal û bihêz li hember serokê Sûriyê Beşar Esed di şerê li dijî bazirganiya hişbirê de ku ew wek gefeke rasterast li ser ewlehiya nîştimanî ya Amerîkayê dibîne, were pejirandin.

Di hevpeyvîneke li gel Şerq El-Ewsat de endamê Kongreya Amerîkayê Hill piştrast kir ku ew ê di qanûna têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de israr bike ya ku ji budçeya Wezareta Parastinê ya sala 2022'yan hat derxistin.

French Hill wiha lê zêde kir: "Ez dibînim ku em ê hîna nûçeyên der barê têkiliyên xerab ên rêveberiya Amerîkayê û Sûriyê de zêdetir bibihîzin."

‘PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ ROJA LIDARXISTINA HILBIJARTINAN DIYAR DIKE’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê têkildarî rojeva Lîbyayê wiha nivîsand: "Endamê Meclisa Rêvebir a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Lîbyayê Ebû Bekir Merdê red kir ku komîsyonê roja 24'ê Çileyê wek roja hilbijartinên serokatiyê destnîşan bike û da zanîn ku komîsyonê bi hevkariya li gel parlamentoya Lîbyayê pêşniyarek pêşkêş kiriye."

Merdê eşkere kir ku madeya 43’an a yasaya hilbijartina serokkomar dibêje ku komîsyon paşxistina dengdanê radigihîne û parlamento jî di nava 30 rojan de rojeke din ji bo dengdanê destnîşan dike, her wiha piştrast kir ku di dawiyê de ev mijar bi destê parlamentoyê ye.”

‘LI SÛDANÊ ÎNSIYATÎFÊN ÇARESERIYÊ’

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa Sûdanê got: "Rewşa Sûdanê roj bi roj aloztir dibe û ne çareserkirina rewşa siyasî ya ku welat bi mehan tê re derbas dibe, deriyê hemû îhtîmalan vedike, tevî berdewama xwepêşandanên redkirina biryarên di 25'ê meha Cotmehê de.

Xwepêşandêran astên daxwazên xwe bilind kirin û dibêjin ku divê hêzên leşkerî dev ji hikumeta demkî berdin û desthildariyê radestî aliyên sivîl bikin heta ku hilbijartin werin lidarxistin.”

(dx)